Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin 2022-02-01 09:07:14 MÊRSÎN - Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy û Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Benlî ji bo Aysel Tûglûk were berdan, bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kir ku peywîra xwe bi cih bînin.  Saziya Tiba Edlî (ATK) wê rewşa tenduristiya siyasetmedara kurd a nexweşa giran Aysel Tûglûk, ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin, dîsa lêkolîn bike. Tûglûk, ji ber nexweşiya Demans a pê ketî, nikare pêdiviyên xwe jî pêşwazî kir. Ji bo Tûglûk a bi nexweşiya demansê ketiye, tê payîn wê di nava hefteyê de sewqî ATK’ê bibe, di 7’ê Çileyê de kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” hat destpêkirin. Jinên ku bertek nîşanî berçav negirtina rapora Tûglûk a “nikare di girtîgehê de bimîne” dan, di serî de li Amerîka, Almanya, Avûstralya, Swîsre, Belçîka, Ingilîstan û Fransa lig elek welatên cihanê piştgirî dan kampanyayê. Li aliyê din 20 baroyên rojên derbasbûyî daxuyaniya hevpar dabûn, xwestibûn ku Tûglûk demildest were berdan.      Yek ji pêkhateyên Platforma Jinan a Mêrsînê ku ji bo berdana Tûglûk deng bidin, di 20’ê Çileyê de qertên piştevaniyê bi rê kiribûn, Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Zeynep Benlî, bangên xwe yên berdanê dubare kirin.    HEVSEROKA EWIL HAT HILBIJARTIN   Goksoy, a di kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” de cih digire, bi lêv kir ku weke hezar jin bi rê ketin lê ev hejmar zêde bû û li 53 welatan belav bû. Goksoy, da zanîn ku bi hezaran jinan îmze avêtin metna kampanyayê ku wergêrî gelek zimanan hat kirin û anî ziman ku vê piştevaniyê hêvî da. Goksoy, bi bîr xist ku li welat Tûglûk hevseroka jin a ewil e û wiha got: “Em dizanin ku li Tirkiyeyê mirov pêşenga hin xebatan be ji bo pergalê xetereye. Divê mirov bibîne ku tişta ji bo wan xetere ji bo me destkeftine. Ayselê ji bo me tiştên mezin bi dest xistin. Rê û rêbaz nîşanî me da. Em bi wê rêya wan ji me re vekir pêş ve diçin.”   Goksoy, bi lêv kir ku di kesayeta Tûglûk de hebûna jinan a di siyasetê de tê cezakirin û bi lêv kir ku jin bi cudatiyên xwe li dijî vê yekê disekinin. Goksoy, diyar kir ku birina Tûglûk a ATK’yê biryareke di cih de ye û destnîşan kir ku divê dermankirina Tûglûk li derve were kirin.    BANG LI WEZARETA DADÊ Û ATK’Ê KIR   Hevseroka ÎHD’ê Zeyneb Benlî jî diyar kir ku weke ÎHD raporên têkildarî girtiyên nexweş her tim bi raya giştî re parve dikin û ev bang kir: “Yek ji girtiyên nexweş jî Aysel Tûglûk e. Em dizanin ku her roja diçe nexweşiya wê girantir dibe. Tevî ku tê zanîn nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne jî hêj di girtîgehê de tê ragirtin. Em vê baş dizanin; Aysel li vî welatî siyasetê dike. Di vî warî de nêzîk dibin. Divê li derve were dermankirin lê nayê kirin. Sedemê wê nêzîkatiya siyasî ye. Di serî de Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em bang li Wezareta Dadê û ATK’ê dikin ku peywîra xwe bi cih bînin.”