Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye 2022-01-08 16:48:30   DERSIM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê di roja 8’an de berdewam kir.    Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiyê di roja 8’an de berdewam kir. Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Malbatê xwest aqûbeta keça wan diyar bibe.   Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî piştevanî da malbatê.