Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt 2022-01-07 14:37:41   WAN - Di doza Ridvan Bayram ku Berîvan Bayram kuştibû de Daxistina "reftera qenc" hat pêkanîn.    Ridvan Bayram di sala 2016'an de li navçeya Elbakê ya Wanê Berîvan Bayram kuşt û piştî 4 salan dema ku bi nasnameya sexte ketibû Tirkiyeyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Danişîna biryarê ya Ridvan Bayram li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Ridvan Bayram li girtîgeha ku lê girtîbû bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Malbata Berîvan Bayram û parêzerê malbatê jî li danişînê amade bûn.    DAXISTANA "REFTARA QENC"   Faîl Ridvan Bayram di danişînê de îfadeyên xwe yên danişîna beriya niha dubare kir û angaşt kir ku bavê wî ku miriye cînayetê pêk aniye û daxwaza berdana xwe kir. Piştre parêzera malbata Bayram Ekîn Yeter mafê axaftinê girt û xwest ku cezayê muebbeta giran li faîl Ridvan Bayram bê birîn. Heyeta dadgehê, tevgerên faîl Ridvan Bayram weke "niyeta baş" nirxand û di cezayê muebbeta giran ku li Ridvan Bayram birîbû de çû daxistinê cezayê muebbetê lê birî.