Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin 2022-01-07 13:34:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji welatên cuda jinan ji bo balê bikişînin ser rewşa Aysel Tûglûk bi sernavê "Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin" kampanya îmzeyan dan destpêkirin.    Ji bo berdana Alîkara berê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin û rewşa wê giran dibe, bi sernavê  "Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin" kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya ku bi hedefa heta 12'ê çileyê hezar îmzeyî hat destpêkirin ji niha ve jê hila 2 hezar û 545 kean ve hatiye îmzekirin. Di çarçoveya kampanya ku ji Amerîka heta Almanya, ji Hollanda heta Swêdê li gelek jin li kampanyayê xwedî derdikevin. Wê di çaçroveya kampanyayê de wê di 14'ê çileyê de bi parvekirinên "Ji hezar jinî yek jî ez im" ji bo azadiya Tûglûk û hemû girtiyan çalakiya lêhaybûn bê lidarxistin.   Kesên ku dixwazin piştgirî bidin kampanyayê dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin kampanyayê: