Li Antalyayê jinek hat qetilkirin 2021-12-18 15:28:23   ANTALYA - Li Antalyayê zilamê bi navê Metîn Bîlgîç, hevjîna xwe Ummu Gulsum Bîlgîç qetil kir.    Zilamê bi navê Metîn Bîlgîç li taxa Karabûcak a navçeya Demre ya Antalyayê, hevjîna xwe Ummu Gulsum Bîlgîç bi çekê qetil kir. Li ser îxbarê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku Ummu Gulsum jiyana xwe ji dest daye. Metîn Bîlgîç ê piştî cînayetê ji cihê bûyerê revî, pişt re çû qereqola polîsan û teslîm bû.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê ya dozgeriyê, cenazeyê Ummu Gulsum Bîlgîç rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Antalyayê.