Li Licê jineke ducanî hat girtin 2021-12-17 14:10:16   AMED - Li navçeya Licê jina bi navê Nazan Zengîr ku ducanî ye û zarokeke wê ya du salî jî heye, ji ber cezayê wê hatiye erêkirin, hat girtin.    Nazan Zengîr a li navçeya Licê ya Amedê dijî û duh hatibû binçavkirin, ji ber cezayê wê yê dosyaya di sala 2014'an de jê dihat darizandin, hatiye erêkirin, hate girtin. Zengîr, birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê hat diyarkirin ku Zengîr ducanî ye û zarokeke wê ya 2 salî jî heye.