Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir 2021-11-18 13:43:59   ENQERE - Şûraya Dewletê daxwazên ji bo rawestandina birêvebirina derbarê Peymana Stenbolê de red kir.   Şûreya Dewletê îtîrazên li ser redkirina ji bo rawestandina birêvebirinê û betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê jî red kirin. Dawekaran li dijî daxwaza rawestandina birêvebirina biryara vekişînê ya ku Daîreya 10’meîn a Şûreya Dewletê, dosyeyê veguhestibûn Desteya Daîreyên Doza Îdarî ya şûreya Dewletê ku organek bilindtir e. Desteya Daîreyên Dozan hemû îtîrazan bi piraniya dengan red kir.    Di biryara Şûraya Dewletê de hat destnîşankirin ku xala 80’emîn a peymanê rayeya betalkirinê dide desteya rêveber ango Serokomar. Li gorî xala 104'an a Destûra Bingehîn, erêkirina peymanên navneteweyî di destê Serokkomar de ye.    Bi biryara Lijneyê re biryara Daîreya 10’emîn a Şûraya Dewletê ya redkirina rawestandina birêvebirinê ya biryara vekişînê teqez bû. Piştî vê biryarê dê biryara vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê berdewam be.