Li Êlihê jinek hat kuştin 2021-11-16 15:09:30   ÊLIH - Dogan Demîr, Sultan Karabulut a ku bi zewaca olî re zewicî bû qetil kir. Hat zanîn ku Karabulut gelek caran serî li qereqolê daye û giliyê Demîr kiriye û gotiye “wê min bikuje.”    Li Êlihê Dogan Demîr bi êrişa çekdarî êrişî maleke li taxa Çamlîtepeyê kir. Di encama êrişê de Sultan Karabulut ku pê re bi mehra olî zewicîbû û xwişka wê Muzeyyen Karabulut birîndar bûn. Sûltan Karabulut li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Muzeyen Karabulut jî rakirin beşa lênêrînê ya giran a nexweşxaneyê.    Piştî bûyerê Dogan Demîr ê kujer reviya û ji bo wî biryara girtinê hat dayîn.    BAROYA ÊLIHÊ: SÛLTAN NEHAT PARASTIN    Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Li Êlihê jineke din a ciwan ji aliyê faîl Dogan Demîr ve hat qetilkirin. Faîl Dogan Demîr hêj nehatiye girtin. Em daxwaz dikin ku lêpirsîn bi bandor bê kirin û faîl tavilê bê girtin. Her çend Sûltan Karabulut gelek caran gilî kir ku dê hevjîna wê dê wê bikuje jî ji ber ku nehat parastin hat kuştin. Em dengê xwe bilind dikin."