Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir 2021-11-11 14:49:28   MERSÎN - Platforma Jinan a Mersînê, bi şîrara "Li dijî tundiya zilam û dewletê em biçin xweparastinê, di 25'ê Mijdarê de em derkevin kuçeyê" bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir.    Platforma Jinan a Mersînê, bernameya xwe ya ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi raya giştî re parve kir. Platformê, bi şîrara "Li dijî tundiya zilam û dewletê em biçin xweparastinê, di 25'ê Mijdarê de em derkevin kuçeyê" li Şaxa Egîtîm Sen'Ê ya Bajar civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin li ser navê Platformê Zeynep Benlî xwend. Benlî, destnîşan kir ku wê li dijî tundiya "zilam-dewletê" li kuçeya bin û wiha got: "Her roja ku derbas dibe hejmara jinên tên kuştin zêde dibe. Li şûna faîlan jinên ku serî li xweparastinê didin tên cezakirin."    Li gorî bernameya ku hat ragihandin wê ji 12'ê mijdarê heta 27'ê mijdarê ji aliyê jinan ve li deverên cûda yên bajar hevdîtin bi jinan re bên kirin, panel bên sazkirin, meş bên lidarxistin, fîlm bên nîşandan û atolye bên kirin.