Li wargehê gumana mirina zaroka keç 2018-02-16 15:59:33 RIHA - U.Ş.G. (16) a rastî îstîsmara zayendî hat û ji bo parastinê li wargeha lê dima, hat îdîakirin ku întîhar kir.  Li Midûryeta  Wargeha Pêşxistina Keçan a Midûryeta Sabanci ya Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Rihayê, hat îdîakirin ku zaroka 16 salî U.Ş.G. întîhar kir. Hat îdîakirin ku U.Ş.G. xwe ji paçeya tuwaletê ya qata 4’emîn a wargê avêtiye xarê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.   U.Ş.G a rastî îstîsmara zayendî hatibû 6 meh ducanî bû û ji bo vê yekê dihat paratin.