Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê' 2021-11-10 13:16:46   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê yên jin, di hevdîtinên budçeyê de dovîza "Em ê Peymana Stenbolê careke din bînin û pêk bînin" vekirin.    Di hevdîtinên budçeyê yên li ser Budçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê de parlamenterên HDP'ê çalakî kirin. Parlamenteran di hevdîtinan de dovîzên "Em ê Peymana Stenbolê careke din bînin û pêk bînin" , "Ji xizaniya jinê re na" û "Ji bo jinan edalet" vekirin. Di çalakiyê de parlamenteran ev pirs kirin: "Hûn bergiriyên çawa li dijî xizaniya jinê difikirin? We Peymana Stenbolê çima paşve kişand?"