Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin 2021-10-29 10:22:05   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiya bi armanca ji jinan re vekirina qada xebatê "Bazara Keda Jinan" ava dike. Hevserok Edalet Fîdan, diyar kir ku ji sedî 70'yê projeyê temam bûye û armanc dikin ku heta 2 mehan vebikin.    Şaredariya Silopiyayê ku yek ji 6 şaredariyên HDP'ê yên qeyûm tayînî wan nehatiye kirine, li gel deyn û astengiyên ku jê re tên derxistin jî xizmetên xwe yên ji gel re didomîne. Şaredariyê projeyên xwe dike meriyetê û bi armanca ku jin bixebitin "Bazara Keda Jinan" ava dike. Hevşaredara Silopiyayê Edalet Fîdan, têkildarî projeyê axivî û diyar kir ku bazareke ku gel bi hêsanî dikare xwe bigihînê ava dikin.    XEBATA JINAN   Fîdan, da zanîn ku li 12 taxên Silopiyayê û gundên wê bi gel civînan li dar xistine û di van civînan de daxwaza bazarê ji wan hatiye kirin û li ser vê daxwazê projeyê amade kirine û wiha got: "Bi projeyê wê jin hilberînên xwe bigihînin mezêxeran û qezenca aborî bikin. Armanca me jî ji bo jinan vekirina qada xebatê ye. Ji ber ku bazar li navenda Silopiyayê wê gel bi hêsanî karibe xwe bigihînê. Proje bi 1 milyon û 300 hezar TL'yî ji me re dibe mal. Di nav bazarê de wê 12 dikanên daîmî, kafe, odeya mijandina zarokan û hewşeke fireh hebin. Bi saya bazarê wê jin şîr, mast, penir, firingiyên ku ji gund bînin bifiroşin. Wê tenê jin li vir bixebitin. Piştî ku projeya me bikeve meriyetê wê 30 jin li vir bixebitin."   JI SEDÎ 70'YÊ PROJEYÊ TEMAM BÛYE   Di berdewama axaftina xwe de Fîdan, destnîşan kir ku di meha nîsanê de dest bi projeyê kirine û ji sedî 70'yê wê temam bûye û ev tişt anîn ziman: "Hedefa me di nav 2 mehan de temamkirina projeyê ye. Jinên ku bixwazin wê karibin dezgehên xwe vebikin. Ji bo dikanan û kafeyê em ê serlêdanan bigirin. Piştî hemû serlêdanan wê Meclisa Jinan a Şaredariya Silopiyayê mulakat bike. Me dikanan ne ji bo karê ji bo ku gelê me û jin qezenc bikin vekir. Ji bo vê jî em ê dikanan gelek erzan bidin kirê. Em armanc dikin ku jin karibin bi hêsanî li vir bixebitin û debara xwe bikin. Em ê hemû serlêdan û encamên wan di malpera fermî ya şaredariyê de biweşînin."    MA / Omer Akin