Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt 2018-02-15 12:08:05 DENÎZLÎ – Li Saraykoyê Oktay Şahîn ê der barê wî de biryara dûrkirinê heye, hevjîna xwe û keça xwe ya 15 salî kuşt.  Li navçeya Saraykoyê Oktay Şahîn, hevjîna xwe Ayşe Şahîn û keça xwe ya 15 salî kuşt. Şahîn bi çeka lûle dirêj gule li hevjîna xwe û keça xwe barand. Şahîn pişt re bi heman çekê berê xwe jî da. Ayşe Şahîn birîndar bû û keça wê Nurdan Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Şahîn a rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Oktay Şahîn jî li nexweşxaneyê rakirin bin dermankirinê. Hat zanîn ku der barê Oktay Şahîn de biryara dûrkirinê heye.