MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in 2021-10-07 12:23:56   AMED - MGKP’ê, diyar kir ku jinan pênûsa Gurbetellî li erdê nehiştin û got: “Jin wê li dijî zimanê nêr ê medyayê, ji nivîsandina rastiyan tawîzê nedin.”   Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), derbarê salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz a yekemîn jina gerînendeya weşana giştî ya Tirkiyeyê û 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya MKGP’ê wiha ye: "Roja 7'ê Cotmehê ku şehadeta Gerînendeya giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û yekem gerînendeya weşana giştî ya jin a di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de cih girt Gurbeteli Ersoz di sala  2014’an weke Roja Rojnamegerên Jinên Kurd hat îlankirin. Di vê roja ku ev 8 sal in tê pîrozkirin de, em bi hilgirtina rûmeta vê mîrateyê serbilind in. Mîrateya Gurbetelî di vê rêya zor de li dû xwe hişt rêya jinên rojnameger ên kurd ronî dike. Ev ronahiya di her şertî de hewildana têkoşînê dîtbar dike. Ev gotina Gurbetelî ya 'Bi qansî şerê bi mêran re ez jinê ji xwe bidim destpêkirin û xweşik bikim' asta hebûna jinê ya di qada medyayê de ya ku ji do heta îro hatiye nîşan dide.    Jinên ji tecrubeyên rabirdûyê heta siberojê xwe xwedî dikin ji bo heqîqetê derxin holê kevneşopiya çapemeniya azad bi ajans, televizyon, radyo û rojnameyan didomînin. Jinên pênûsa Gurbetelî li erdê nehiştin li dijî zimanê nêr ê medyayê her rastî nivîsandin. Em roja jinên tevî polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin, tunehesibandin û îmhayê nayên çewisandin û dev ji rastiyê bernadin pîroz dikin. Em bi hezkirin hevalên xwe yên mîna Gurbetelî di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Em ê nivîsandina bi pênûsa wêrek a Gurbetelî bidomînin.”