Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2021-09-29 10:41:44   ŞIRNEX - Li deverên Besta Hincê, Milanemîran, Banêramoran, Girêhêşe, Banêbarnosê yên bi ser Herêma Bestayê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Li Besta Hincê, Milanemîran, Banêramoran, Girêhêşe, Banêbarnosê yên bi ser Herêma Bestayê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin, li van herêman tevgera hewayî jî hatiye destpêkirin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di heman demê de koçerên li wan deveran jî ji ber operasyonê ji herêmê hatine derxistin. Hat hînbûn ku yekineyên veşarî jî bi cerdevan û leşkeran re tevlî operasyonê bune.