Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir 2021-09-25 11:57:46 ENQERE - Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî ku ji gelek bajaran hatine dest pê kir. Siyasetmedar Gultan Kişanak ji konferansê re peyam şand û ev tişt got: "Pergala qeyûm darbeyeke zayendperest, otorîter û mêtingehparêz e."   Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê ve tê lidarxistin, li Eywana Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê dest pê kir. Li eywanê pankartên bi kurdî, tirkî û erebî yên mîna "Hevserokatî xeta me ya sor e" , "Jin, Jiyan Azadi" , "Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Hilweşandina Pergala Qeyûm" hatin daleqandin.    Gelek jinên ku ji bajarên herêmê hatibûn tevlî konferansê bûn. Ji Komeleya Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê Fatma Onkol, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Sultan Yaray, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Hevberdevka Partiya Çepgir a Kesk Ayşe Erdem, ji SODAP'ê Sevtap Karahan, Koordînatora Giştî ya SAMMER'ê Yuksel Genç jî di nav beşdarên konferansê de cih girtin.    Ji bo dîvana konferansê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Feray Mertoglû, Endama Meclisa Giştî ya Bajar a Şirnexê Zozan Aykût, Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Hediye Karaaslan hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîvanê ji bo jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.    Konferans bi nîşandana sînevîzyona derbarê xebatên jinan ên rêveberiya herêmî ya HDP'ê de berdewam dike.    Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê li ser navê hemû jinên girtî peyamek şand.    JIN LI HER DERÊ LI BER XWE DIDIN   Di peyama Kişanak de ev tişt cih girtin: "Pergala qeyûm darbeyeke zayendperest, otorîter û mêtingehparêz e. Pergala qeyûm li dijî siyaseta demokratîk a kurd û tevgera jinên kurd darbeyeke siyasî ye. Qeyûman destpêkê di rêveberiyên herêmî de hemû hewldanên jinan dan rawestandin. Pergala qeyûm li dijî demokrasiya herêmî êriş e. Qeyûm projeyeke hilweşandin û talan e. Em weke jin li hundir û derve berwedaneke bi hêz bi rêxistin bikin û demokrasiya herêmî ya civakî ava bikin. Ez ji dil ji vê bawer dikim. Ez we jinan û hemû gelê me yê têkoşer bi rêzdarî silav dikim."