Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in 2021-09-22 11:18:37   RIHA - Jinên ji Îzmîrê ji bo piştevaniyê hatin serdana Emîne Şenyaşar diyar kirin ku wê edaletê jin bînin.    Nobeta edaletêy a Malbata Şenyaşar di roja 198’emîn de berdewam dike. Ji roja ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar dest bi nobeta edaletê kirine, herî zêde jinan piştevaniya malbatê kiriye.    Duh şandeyek jinan ku ji 9 kesan pêk dihat ji Îzmîrê hatibûn serdana malbata Şenyaşar. Şandeya ku ji Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk dihatin ji ajansa me re axivîn.    Aktîvîstên TJA’yê Hayat Îzgî û Selma Altan û Dayika Aştiyê Perûze Kurt diyar kirin ku daxwaza Emîne Şenyaşar daxwaza wan e jî.    Hayat Îzgî diyar kir ku ji bo ew bibin hevxemê Emîne Şenyaşar ji Îzmîrê hatine Rihayê û êşa Emîne Şenyaşar êşa hevpar a jinan e. Îzgî da zanîn ku daxwaza “ji bo her kesî edalet” a Emîne Şenyaşar daxwaza wan e jî. Îzgî got îqtidar kurdan ji xwe re wek “dijmin” dibîne û heke îqtidar bixwaze dikare demildest kujeran bigire. Îzgî anî ziman ku rengê rondikên çavê dayikan hemû yek e û heke jin bibin yek wê dikaribin edaletê bicih bînin û ew bi bawerin ku wê jin edaletê bînin.    ‘EM JI BO AŞTIYÊ Û EDALETÊ HATIN’    Dayika Aştiyê Perûze Kurt jî destnîşan kir ku vê rêwîtiya wan kiriye ku heta Rihayê hatine rêwîtiya aştî û edaletê ye û her ku ew wêne û dîmenên dayika Emîne dibînin dil û kezeba wan diperite. Kurt got divê êdî dayik negirîn û dinya bi aştiyê û edaletê xweş û lazim e her kes xwedî li daxwaza malbatê derkeve.    KES DENGÊ XWE DERNAXE    Aktîvîsta TJA’yê Selma Altan jî anî ziman ku ew her roj bi bêedaletiyek cuda re rûbirû dimînin û dayiken 200 roj in ji bo edaletê qîr dike û li ber xwe dike, lê deng ji kesî dernakeve û êdî wisa bûye ku ew hatine asta gotin qediyan e.    MA / Emrullah Acar - Mujdat Can