Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan 2021-09-07 16:13:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 3 endamên RJAK’ê yên asayîşa PDK’ê ew binçavkiribûn 2 jê piştî 33 rojan hatin berdan.    Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih digire ji 3 endam û rêveberên jin ên RJAK’ê, 2 jê bi biryara dadgehê û bi kefaletê hatin berdan.   Endam û rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed û Seyran Ehmed piştî 33 rojan, duh êvarî bi biryara dadgehê û kefaletê hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan. Derbarê mijarê de hêj tu daxuyanî nehatine dayîn.