Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin 2021-09-06 14:44:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên mafên mirovan ên di meha Hezîrana 2020’an de ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, dest bi rojiya mirinê kirin.   2’yemîn danişîna aktîvîstên mafên mirovan Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn ên di meha Hezîrana 2020’an de, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibûn girtin li Dadgeha Hewlêrê hat dîtin.     Danişîna dozê ji ber guherandina serokê dadgehê, ji bo rojên pêş hat taloqkirin.    MAFÊN WAN TÊN BINPÊKIRIN   Aktîvîstên mafên mirovan, bi navbeynkariya parêzerên xwe, ragihandin ku bi armanca darizandinek adîlane, dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine.    Parêzerê aktîvîstan Beşdar Hesen, derbarê pêvajoya dozê de daxuyanî da. Hesen, da zanîn ku mafên bingehîn ên girtiyan tên astengkirin û wiha got: “Mafê wan ên hevdîtinên bi malbatan re jî tên astengkirin. Girtiyan ji bo şermezarkirina biryara dadgehê û pêkanînên dij girtiyan, dest bi rojiya mirinê kirin.”      CPT: DIVÊ AKTÎVÎST BÊN BERDAN   Nûnerê Koma Navbeynkarî ya Xiristiyan (CPT) Kameran Osman ê li bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistanê dimîne jî, diyar kir ku destûr nayê dayîn ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Her çar girtî jî di salona dadgehê de bi dengek bilind gotin, ‘Ji bo derve ragihînin, em dikevin Rojiya Mirinê. Hikumeta Federe ya Kurdistanê û Dadgeha Temyîzê, divê dosyeya lêkolîn bike û aktîvîstan serbest berde.”