Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne 2021-09-03 13:52:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalyayê, jina ciwan a got “min rizgar bikin” û xwe ji pacê avêt xwarê, îdîa kir ku bi darê zorê wê radigirin û di nava vî karî de polîs jî hene.    Li navçeya Mûrastpaşa ya Antalyayê, ciwana 19 salî Şirîn N.E., ya ku got bi darê zorê wê radigrin, xwe ji paceya avahiyê avêt xwarê û xwest dawî li jiyana xwe bîne. Bûyer duh bi şev di daîreya qata yekemîn a apartmek 8 qat de pêk hat. Ekîbên agirkuj, tenduristî û polîsan li ser agahî dayîna welatiyên derdorê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Welatiyên derdorê xwestin jina ciwan a ku xwest ji pacê bavêje qane bikin. Lê Şirîn N.E., diyar kir ku bi darê zorê tê ragirtin û xwe ji paceya daîreya 10 metre bilind bû de avêt xwarê. Jina ciwan ewil ket ser otomobîla li xwarê rawestiya bû û dûre li erda beton ket.   Jina ciwan,di dema mudaxilekirina ekîbên tenduristiyê de, anî ziman ku di avahiyê jêrzemînek heye û li wê derê bi zorê tê ragirintin û wiha got: “Min vana heq nekiribûn. Ez bimirim ji min re baştire. Ez her tiştî fêr bûm. Li xwarê jêrzemîn heye. Keçik jî ditirsin. Alîkarî bikin. Ez hatim revandin. Ev rêxistinin. Ji Iraqê hatine. Ez naxwazim bêm revandin. Her kes dizane ku ez ne dînim. Jinan direvjîn û wan dikujin. Ji Iraqê hatine. Wê min bikujin. Polîs jî di nava vî karî de ne. Alîkariya min bikin. Min bi şopînin. Ev min birevînin. Min rizgar bikin, derewan dikin.”   Jina ciwan piştî mudaxileya ewil, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Antalyayê.     ŞAHIDÊN BÛYERÊ    Şahidên bûyerê jî, diyar kirin ku jina ciwan derketiye pacê, qîr kiriye û gotiye; “Ez naxwazim bimirim. Tecawîzî min dikin. Bi zorê min li vê derê radigirin. Li xwarê jêrzemîn heye. Tecawîzî zarokan dikin.” Şahidan dan zanîn ku piştî jina ciwan piştî van axaftinan pasaport ji jor de avêtiye xwarê û wiha gotiye: “Vaye van kesan ez ragirtime.”