Polîsê îstîsmarkar beraet kir 2018-02-08 16:11:48   MÊRDÎN - Polîsê tevgera taybet B.K. yê îstîsmarî M.B.ê kir û serbest hat darizandin, beraet kir. Parêzera M.B. Asls Pasinler, bertek nîşanî biryarê da û got: "Di vê dozyayê de helwesta darazê ya zayendîparêz pir zelal e." Parêzer dê birara beraetê bişînin temyizê.    3'emîn danişîna doza polîsê tevgera taybet B.K. yê li Mêrdînê piştî îstîsmarî M.B.'ê kir û bi sucdariya “êrîşa zayendî ya bi plan" heta 12 salan tê darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di danişina dozê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endamên Platforma Jinan a Mêrdîn û Platforma Jinan a Dicle Amed jî di navde gelek jin amade bûn. Ji Amed, Mêrdîn û Rihayê jî parêzeran doz şopand. Dîsa parêzerên M.B., Nezahat Almas, Hatice Demir, Asli Pasinler, Gulşen Ozbek, Elif Îpek, Tiren Ulaş jî tev li danişînê bûn. Di danişînê de bersûc B.K.û parêzerê wî Engîn Ugur  Hamidî jî amade bûn.    TEV ÇEKÊ KET SALONÊ   Beriya danişîn dest pê bike xismekî polîsê îstîsmarkar bi çekê ket salonê. Li ser ve yekê parêzera M.B. Gulşen Ozbek xwest çekê ji salonê derxe. Li ser ve yekê çek ji salonê hat derxistin. Piştî xwendina nasnameyan parêzer Hatice Demir diyar kir ku bersûc polîs e û hewl dide delîlan reş bike. Prz. Demîr anî ziman ku ji mer jin dibe hedef û ev bûyerek bi rêk û pêk e, li gori peymana Stenbolê dixwazen wekî baroya Amedê bibin mudaxilê dozê. Dîsa Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê jî heman daxwaz kir. Parêzerê bersûc jî diyar kir ku parêzerên dixwazin bibin mudaxîl ji sûc zerar nedîtine û xwest ev daxwaz bê redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzerên jin a mudaxiliyê red kir.    Piştre parêzer Aslı Pasinler, parastin kir û diyar kir ku di dosyayê de kêmasi hene û 2 polîsên personel bi gefan sûc û delîlên sûc veşartiye. Prz. xwest ji ber vê yekê lekolîn berfireh bibe û delîlên din bên komkirin."     LI SER HEV SÛC KIRIYE   Prz. Pasînler, anî ziman ku di dosyayê de delîlên qedexe hene û mexdûr wekî kesên şikdar hatiye dîtin. Pasinler, anî ziman ku piştî glî hat kirin telefona mexdûr hatiye desteserkirin û wiha pirsî: "Di vê dosyayê de çi hebûya dê bersûc bihata girtin? Dîmenên êrîşa zayendî hene. Xwin heye. Rapor heye. Lê hêj nehatiye girtin. Bi agahiya bersûc îfadeya mexdûr tê girtin. Bersûc hewl dide delîlan reş bike. Ducaran êrîşa zayendî kiriye. Li ser hev sûc kiriye."    'YÊN DELÎL REŞ KIRINE BÊ SINC IN'    Prz. Hatice Demir, diyar kir ku muwekila wê wekî "jinek bê sinc" hatiye pênasekirin û wiha got: "Li vir yên esil bê sicn kesên delîl reş kirine. Bersûc tevî vê yekê hêj li ser karê xwe ye. Tevî çekê dikeve salona danişînê. Ji ber ku M.B. tehdît kirine, M.B. duh hewl daye întihar bike. Berbirsiyarê vê yekê daraz e. Dîsa M.B. çûye nexweşxaneya dewletê. Lê bijîşk diyar kiriye ku M.B. destûra muayeneyê nedaye û rapora ku “şopa lêdan û êrîşa zayendî tune ye"  amade kiriye. Em dipirsin ger ku muwekîla min destûr nedabe, çawa dibe ku raporê amade bike. Em dibînin ku bijîşk rapora texte amade kiriye."    Prz. Gulşen Ozbek jî anî ziman ku kesê der barê wî de lêpirsîna ceza hebe, divê ji peywirê bê dûrxistin. Em dixwazin ji bo dûrxistina wî tu tişt hatiye kirin ya na nivîsê ji midûriyeta polîsan re binivîsin. Li ser vê yekê parêzerê polîs Engin Ugur Hamidi, parast ku mehek e muvekkilê wî ji kar dûr xistine.    ‘ÇIMA MUVEKKÎLA MIN XWE BIKUJE?'    Parêzera M.B. Nezahat Almas jî anî ziman ku ew her dem jiyana taybet a muvekîla xwe li ber çavan digire û wiha got: “Di dosyayê de rapor heye. Li gel vê yekê bersûc nehatiye girtin. Duh min xwest têkildarî dozê bi muwekila xwe re hevdîtin bikim. Lê ji ber ku hewl dabû întîhar bike min nekarîbû wê bibînim. Çima muwekîla min hewl dide xwe bikuje.      Prz. Asli Pasinler, anî zima nku di dozên êrîşên zayendî de balkêş e parêzerên bersûcan hiqûqê niqaş nakin. Sincê jinê niqaş dikin. Dema Mêrdîn tê gotin N.Ç. tê aqilê her kesî. Em wekî parêzerên mexdûran van êrîşan qebûl nakin. Di vê dosyayê de halê îstîsmarê pir aşkere ye. "   Piştî parastinê heyetê der barê polîsê bersûc de biryara beraetê da. Polîsê tevgera taybet B.K., ku heyetê der barê wî de biryara beraetê da, li derve ji aliyê polîsan ve hat pêşwazîkirin. Piştre hev silav kirin. Parêzeran diyar kirin ku dê biryarê temyîz bikin.    Piştî danişînê jinan li ber edliya Mêrdînê daxuyanî dan û biryar şermezar kirin. Parêzer Aslı Pasinler, anî ziman ku ji ber polîsê bersûc serhest hat darizandin, li ser mexdûr zext meşand û delîl reş kirin. Pasînler, anî ziman ku polîs jiyana taybet a mexdûr deşîfre kiriye û got: "Her çend halê sûcê bi zanebûn û bi armanc li ber çavan e jî dîsa polîs beraet kir. Biryara hat dayîn ne biryarek bi edalet e. Bi feraseta mêrê serdest hatiye dayîn. Ger ku hiqûqa navîn biqede em dê serî li Dadgehên Navneteweyi bidin."    Parlamenera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku rûpelek din a şerdê li rûpelên Tirkiye zêde bûne û piştî doza N.Ç.  li Mêrdîn dozek din zêde bûye. Bîrlîk, anî ziman ku ew dê şopdarê vê dozê bin. Daxuyanî tevi astengiyên polîsan bi çepikan bi dawî bû.