Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe 2021-08-07 09:13:18 AMED - Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku sedema tahdeya mêran îqtidar e û got: "Ji bo kêmbûna tahdeyê, tişta elzem, em zimanê xwe biguherînin."  Piştî ku Tirkiye dev ji Peymana Stenbolê berda, tahdeya li jinan tê kirin zêde bû. Ji 1'ê Tîrmehê roja ku peyman hat betalkirin û heya niha herî kêm 27 jin bi destê mêran hatine qetilkirin.    KANIYA TAHDEYÊ   Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku sedema tahdeya li jinê tê kirin, îqtidar e. Demîr got: "Tahde, hêzê ji mêrsalariyê, ji îqtidarê digire. Wehşet çêdibin." Demîr, bibîr xist ku piştî qetişkirina Azra Gulendam Haytaoglûyê, sergumanbarê mirina Aleyna Çakirê Umîtcan Ûygûn, têkildarî mirina jineke din hatiye binçavkirin. Demîr, destnîşan kir ku heya qanûnçêker an jî rêvebir hayjêhebûnê neafirînin, dê ev rewş bidome.    PEYMANA STENBOLÊ   Demîr, di warê pêşîlêgirtina tahdeya li jinê tê kirin de bal kişand ser rol û rista darazê û gotinên Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglûyê bibîr xist ku têkildarî zarokên li Weqfa Ensarê hatibûn tecawizkirin gotibû "ji carekê tişt çênabe." Demîr got: "Heger otorîteyên cemaweriyê wisa bibêjin, dê pêşîlêgirtina vê pir wext bixwe. Niha fikra ku Peymana Stenbolê ji holê rakir, mêr bihêztir kirin. Peymana Stenbolê, ji bo xurtkirina qanûnên heyyî hat îmzekirin. Lê niha qanûnên heyî jî ger bi awayekî çalak pêk bên, dê pêşî li ber van cinayetan bê girtin. Dê wehşete wisa çênebe. Gava peyman hat betalkirin fikra 'tahdeya li jinê rewa ye û bê ceza ye.' Ev jî sedema herî girîng e hovbûna wehşetê ye."    Demîr, destnîşan kir ku zimanê çapemeniyê jî tesîrê li zêdebûna tahdeyê dike. Demîr, destnîşan kir ku zimanê nûçeyan tahdeyê zêde dike, tahdeya li jinê zêde dike, kiryaran pak dike û jinan dike hedef û got: "Îro ro her der ji ekranan xalî nabe. Telefon, komputer, televîzyon tahdeyê dinepixînin. Tahde xwe dispêre vê jî." Demîr, bilêv kir ku veguherînin ewilî bi zimanê dest pê dike û got: "Ji bo zêdebûna hayjêhebûnê û kêmkirin tahdeyê tişta elzem, em zimanê xwe biguherînin. Ji lew re bêyî haya me jê hebe, em bi zimanê xwe tahdeyê ava dikin. Lewma pêdivî bi polîtîkayên jinan ên cidî heye."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Demîr got: "Ji ber ku jinên xwedî têkoşîneke biîstikrar in, ez wisa bawer dikim ku dê bi ser bikevin. Lewma divê em bi hev re bitêkoşin û mil bidin milê hev du. Peymana Stenbolê rakirin, lê em ê bi ferzkirina peymanine hîn baştir bi ser bikevin."    MA / Ayşe Surme