Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê 2021-07-11 11:59:49   ÇEWLIG – Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşê ve Kader Yaprak bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Yaprak bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye.    Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve Kader Yaprak a ji bo betlanê ji Stenbolê hatiye gund bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Yaprak a bi du zarokên xwe re hat gund hat îdiakirin ku bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye. Hat zanîn ku Yaprak li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û xizmên wê cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.