Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin 2021-07-10 09:05:26 MÊRSÎN - Jinên li Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûsê dixebitin, diyar kirin ku ew û karkerên mêr heman karî dikin, lê belê heqdesta wan ne wekhev e. Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê kirin.  Li Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûs a Mêrsînê, jinên di şert û mercên giran de karê pakêtkirinê dikin, bê sîgorte tên şixulandin. Karkerên jin rojê 10-12 saetan dixebitin û xwestin şert û mercên wan ên kar bên sivikirin û sîgorteya wan bê çêkirin.    Rengîn Demîr a 25 salî ku di 13 saliya xwe de li nav erdan şixuliye, anî ziman ku 4 sal berê li halê dest bi kar kiriye û heqdesta wê ya rojane 120 TL ye. Demîr, bilêv kir ku zebze û fêkiyan dixin hundirê qaseyan û ji sibê heya êvarî dest û pêyên wan di nav avê de ye. Demîr got: "Zivistanê ji serma, havînê jî ji germa em perîşan dibin. Em li vir 5 kes karê 7 kesan dikin. Em ji mecbûrî dixebitin. Jixwe li welêt hejmara betalan pir zêde ye. Ji bo em muhtacî kesî nebin dixebitin."    NEXWEŞÎN   Demîr, destnîşan kir ku bê sîgorte dixebitin û gava tiştek bê serê wan mesref ji kîsê wan e. Demîr, diyar kir ku karê giran dibin sedema hin nexweşînan û jinên li halê dixebitin ji ber ku radikin qaseyyan fitqî dibin.    HEQDESTEK WEKHEV    Azîme Baykara ya 29 salî jî 15 sal in li halê dixebite. Baykara, bal kişand ser zor û zehmetiya kar û got: "Wekî hemû karan di vî karî de jî heqdesta jinan û mêran ne wekhev e. Di gelek sektoran de em wekî karkeran nayên hesibandin. Bi ya min nehesibandina keda jinan, tahdeyeke aborî ye. Em ji mecbûrî dixebitin. Em dixwazin keda me esas bê girtin û statuyek me hebe."    ‘EM NE KOLE NE'    Dersim Demîr a 23 salî jî ku îsotan pakêt dike, anî ziman ku nêzî 5 sal in li halê dixebite. Demîr got: "Karê me, karekî pir zehmet e. 5-6 jin, divê TIR'eke 25-35 tonî dagirin. Heyya TIR derneê em naçin malê. Meaşekî diyarkirî tune ye. Tu çend roja biçî, tu ew qasî pere distînî. Hin jin du vardiyeyan dixebitin. Divê wexta kar bê rastkirin. Jiyaneke me ya civakî tune ye. Em mirov in, ne kole ne."    MA / Esra Solîn Dal