Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû 2021-07-07 16:38:18   ÇEWLIK - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku bi jinên çewlîkî re hat gelhev bi bîr xist ku bi têkoşîna jina kurd DAÎŞ têk çûye û wiha got: “Bi perspektîfa birêz Ocalan pêşiya jinan û civakê vebû.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya bernameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û DBP’ê ya Çewlikê de bi jinan re li avahiya HDP’ê ya bajêr hat gelhev. Jinan pankarta “Li dijî qirqirina jinan dema parastina civak û jina azad e” daliqandin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di hevdîtinê de axivî.    TÊKOŞÎNA JINÊN KURD   Aydenîz, diyar kir ku desthilat bi encama hilbijartina 7’ê Hezîranê ji fikriyata HDP’ê ya guhertina pergalê tirsiya û wiha got: “Çeteyên hov ên DAÎŞ’ê dixwestin hemû Rojhilata Navîn bi rê ve bibin. Lê gelê kurd bi têkoşîna jinên kurd DAÎŞ têk bir. Ji ber wê yekê hêj Doza Kobanê berdewam dike. 7’ê Hezîranê ji bîr nakin. Dixwazin HDP’ê bigirin, li dijî vê yekê herî zêde jin têdikoşin. Ji Leyla Guven re 22 sal cezayê hefsê birîn. Ji ber ku Leyla Guven ji bo tecrîd were şikandin çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya wê ya greva birçîbûnê 200 rojan dom kir. Jin bû û ji têkoşînê bawer kir. Bi perspektîfa Birêz Ocalan pêşiya jin û civakê vebû û Guvenê jî bi vê baweriyê çalakî da destpêkirin. Divê tecrîd were şikandin û Birêz Ocalan azad bibe.”   POLÎTÎKAYA DESTHILATÊ YA JINÊ   Aydenîz, da zanîn ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê, bi têkoşîna jinan belav bû, dewlet hewl dide tolê ji jinan hilde û wiha got: “Di kesayeta Leyla Guven de ji jinan tol tê hilanîn. Desthilat heke bixwaze peyamekê bide civakê ewil jinan digire û qetil dike. Hemû esker û polîsên ku dişînin Kurdistanê perwerde dike ku li vir tişta bixwaze bike. Di bûyerên tacîz û tecawizê de ceza nadin tu kesê. Li ser jinan dixwazin civakê dizayn bikin. Li dijî van hemûyan Birêz Ocalan bi awayekî zelal wiha got ‘heke jin azad bibe wê civak azad bibe’ Heke pirsgirêka kurd çareser bibe wê Tirkiye demokratîk bibe. Birêz Ocalan bi israr dibêje ‘hefteyekê bidin min ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim’ lê wan tecrîd giran kir. Jehrbira vê pergalê demokrasî ye. Em dest ji siyaseta demokratîk û têkoşînê bernadin.”  Piştî hevdîtinê bernameya KCD’ê û DBP’ê ya li Çewlikê bi dawî bû.