Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e 2021-06-14 15:01:01   EDENE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizantiya Jinan re Na" de li Çukurovayê, bi xebatkarên jin ên di zeviyan de dixebitin re hatin gelhev û guhdarî pirsgirêkên jinan kir.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizantiya Jinan re Na" de li Edeneyê bi jinan re hatin gelhev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenter Tulay Hatîmogûllari û Fatma Kûrtûlan, Hevberdevka Ekolojiyê Menekşe Kizildere, endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Seher Kadiroglû, Hevseroka HDP'ê ya Edenê Gulseren Tûral û Hevseroka HDP'ê ya Karataşê Suzan Yildirim beşdarî hevdîtinê bûn. Şandeya ji jinan pêk tê, jinên di zeviyên îsotan ên li navçeya Karataşê de dixebitin ziyaret kirin û guhdarî pirsgirêkên wan kirin.   'BI SAETAN DIXEBITIN   Jinên ku di hevdîtinê de pirsgirêkên xwe anîn ziman, wiha gotin: "Em di nava şerdên dijwar de dixebitin. Em saet di 05.00’ê sibehê de tên ser erd û heta êvarî dixebitin. Em di bin tava tûj de bi saetan îsotan didin hevdu. Em îsotên didin hevdu dixin qaseyan. Xebata di germahiya Edeneyê de zor e. Heqdestê em digirin jî 85 TL ye. Dema em vê heqdestê bi misrefên xwe didin wê demê tiştek di destên me de namîne. Em berdêla keda xwe nagirin."   'EM NEÇARIN'   Jinan, diyar kirin ku konên hatine vegirtin ne li gorî şerdên jiyanê ne û wiha bilêv kirin: "Binê kon gelekî germ e. Loma zehmet e. Di hewa germ û bi rewa de em nikarin hilmê bigirin. Li vir pirsgirêka paqijiyê jî heye. Makîneyên me yên cilşuştinê û firaxşuştinê tune ne. Dema me re jinên kedkar be ev zortir e. Em hem li mal hem jî li ser erd dixebitin. Kar û barê me jinan li her derê pir zêde ye. Em mîna zilaman tenê di zeviyan de naxebitin. Karê  me li her derê zor û zehmete."   Şandeyê, dûre anî ziman ku keda jinê ji ber newekheviya zayendî ya ji aliyê îktidarê ve zêde dibe tune tê hesibandin û nayê dîtin. Şandeyê rave kir ew ê pirsgirêkên jinên kedkar li her derê bînin ziman û hewl bidin çareser bikin û pişt şandeyê bi jinan re îsot berhev kirin û dawî li serdana xwe anî.    Şandeya jinan wê di nava rojê de, bi jinên li taxên Şakirpaşa û Dagligolû yên navçeya Seyhanê re bên