'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin' 2021-06-08 09:05:59 STENBOL - Hunermendên bertek nîşanî negirtina Mûsa Orhan dabûn, derbarê wan de doz hatibûn vekirin. Parêzer Yelda Koçak, diyar kir ku armanca van dozan ew e ku berteka civakî bitepisîne û ev tişt got: "Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin."    Li navçeya Qubînê ya Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Erê kiribû û Îpek Erê xwe kuştibû. Bertekên li dijî negirtina Mûsa Orhan didomin. Her wiha kesên bertek nîşanî negirtina Orhan didin jî derbarê wan de doz tên vekirin. Herî dawî hunermend Ezgî Mola bertek nîşan da û ji ber vê derbarê wê de doz hatibû vekirin. Tê xwestin ji 2 salan heya 4 salan ceza li Molayê bê birîn.    JI ALIYÊ DEWLETÊ VE TÊ PARASTIN    Parêzer Yelda Koçak pêvajoya heyî nirxand. Koçak, diyar kir ku parêzerê Orhan, Akkûş, berê bi mafyayê re xebitiye. Koçak, destnîşan kir ku sûcê Orhan aşkere ye, lê belê dîs ajî nehatiye girtin. Koçak, anî ziman ku gelek kes ji ber heqaretê tên girtin, lê kiryarên tecawizê nayên girtin û ev yek jî bêhiqûqîtiyê aşkere dike.    Koçak, destnîşan kir ku Orhan ji aliyê dewletê ve tê parastin û ev yek civakê nerihet dike.    Koçak, bal kişand ser dozên derbarê hunermendan de ku ji ber bertek nîşanî negirtina Orhan dane û derbarê wan de doz hatine vekirin. Koçak, anî ziman ku armanca vê yekê tepisandina berteka civakî ye û bi vê azadiya fikr û ramanê jî tê astengkirin.    QÎRÎNÊN WÊ DÊ DI GUHÊN DARAZÊ DE OLAN BIDIN   Koçak, destnîşan kir ku parêzerê Orhan cesaretê ji pratîka darazê û Wezîrê Karên Navxweyî digire û bi vî awayî bawerî bi hiqûqê nemaye. Koçak got: "Kiryarekî tecawizê ku bi awayekî negirtî tê darizandin, bûye sedema mirina jinekê. Daraz destûrê dide ku ferasetek wiha li derve bigere. Lêpirsînên derbarê hunermendan bêwate ne. Lê dê qîrînên Îpek Erê di guhên darazê de olan bidin."