Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin 2021-06-07 12:13:24 ENQERE - 33 jinên ji bo xwedî li Peymana Stenbolê derketin tên darizandin, ji ber parêzer û hevalên wan beriya danişînê bi tundiya polîsan ve rûbirû man şermezar kirin û parastinê nekirin. Danişîn hat  taloqkirin.    Platforma Jinan a Enqereyê di 12’ê tebaxa 2020’an de li Enqereyê li dijî nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû û 33 jin di wê çalakiyê de hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza derbarê 33 jinan de li 28’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat lidarxistin.    Parêzerên beşdarî danişînê bûn behsa mudaxileya polîsan ku beriya danişînê pêk anîn kirin. Parêzeran xwest derbarê polîsên ku li jinan û parêzeran dane û destûra jinên tên dirazandin nedane ku biçin hundir dadgeh giliyê wan bike. Şandeya dadgehê got “hûn bi xwe biçin gilî bikin” û daxwaza parêzeran red kir.    Parêzer û miwekîlên xwe ji bo tundiya polîsan protesto bikin têkildarî dosyeya dozê parastinê nekirin.    Li ser vê yekê şandeya dadgehê danişînek din taloqî 26’ê mijdarê kir.    BI BERZKIRINA DIRÛŞMAN JI EDLIYÊ DERKETIN    Piştî danişînê jin bi berzkirina dirûşman ji avahiya edliyê derketin û kêliyek li ber edliyê rawestiyan û dû re belav bûn.