Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin 2018-02-02 13:23:11 ENQERE - Siyasetmedarên jin ên li Kandirayê girtî ne ji Konferansa Jinan a HDP'ê re peyamek hevpeş şandin, aşkera kirin ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû kurdan e. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tunçel a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, ji Konferansa Jin a HDP'ê re peyamek şand û êrîşên li dijî Efrînê nirxand. Tuncel li ser navê girtiyên jin ên li heman girtîgehê ev peyam şand:   “Şert û merc çi dibin bila bibin, dê jin tu car dest ji meşa azadî, wekhevî û demokrasiyê bernedin. Em hevrêyên xwe yên têkoşînê bi hurmetî silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.   ‘BIBE WESÎLEYA HÊZEK SERKEFTÎ’   Êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê dewam dike; bi OHAL'ê re hemû mafên azadî û wekheviyê ji holê hatine rakirin, di serdemeke wiha de em hêvî dikin ku konferans we bibe wesîleya hêz û serkeftinê. Di konferansê de dê di warê jiyana siyasî, civakî, çandî û aborî de nîqaş bên bi pêşxistin, rêxistinbûna jinê û meşa azadiyê ya jinê ji bo hemû civakê gelekî girîng e, dê pirsgirêkên li welatê me bigire dest, em di wê baweriyê de ne dê çareser bike.   ‘DAGIRKERIYA EFRÎNÊ DÊ ŞER KÛR BIKE’   Yek jî rojevên sereke ên jinê her dem aştî ye. Mexdûrên herî mezin ên şer em jin in. Ji bo li Rojhilata Navîn jiyaneke azad, wekhev û bi tenduristî ava bibe, jiyana aştiyane ya bi hev re gelekî girîng e. Şer tê wateya şidet, xizanî, tacîz, tecawiz û hêza serdestiyê. Sekna li dijî şer ne tercîh, ferz e. Dê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê şerê li Rojhilata Navîn hêj kûrtir bike, hêj zêdetir bibe sedema mirina mirovan.   ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ, LI DIJÎ KURDISTANÊ YE’   Bajarê Efrînê yek jî bajarê Sûriyeyê yê herî bi ewle ye û bi sedhezaran penaber ji cihên şer reviyan û li wir bi cih bûn. Jin, zarok û hemû gelên li wir bi hev re ji bo jiyanek azad ava bikin bi hev re têkoşîn didan. Pir çandî, pir olî û pir neteweyî birdoziya wan a sereke bû. Ji bo wê êrîşa li dijî Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî hemû Kurdistanê ye. Meşaleya Kobanê îro li Efrînê pê ketiye. Ji bo em ji faşîzma AKP-MHP'ê re bêjin raweste, divê hem li derve û hem jî li hundur divê em ji polîtîkaya şer re bêjin raweste. Ev berpirsyariya me ya sereke ye ku em xwedî li azadî û demokrasiyê derkevin."   'BERPIRSYARIYA RÊXISTINKIRINA AZADIYÊ'   Siyasetmedarên jin der barê rojeva konferansê de jî nirxandin kirin û ev tişt anîn ziman: "Em wekî jin berpirsyariya me ya em azadiyê bi rêxistin bikin û pirsgirêkên xwe berî her tiştî bigirin dest. Divê em piştgiriya ji bo jinê xurt bikin û hevgirtina jinê derxin asta herî jor. Di vê dema ku komkujiyên li dijî jinan zêde bûne, keçan dikin bûk, zarokên di temenê piçûk de dibin dayîk, êdî hatine asta ku nayên veşartin. Ev hemû pêkanînên li dijî jinê mirovan matmayî dihêlin. Peywira me ewe em van hemû niheqiyên li dijî jinê derxin holê û têkoşînê xurt bikin."   Jinan herî dawî aşkera kir ku her çendî ew di nava çar dîwaran de bin jî fikir û remana wan yeke û di wê baweriyê de ne ku dê hevrêyên wanên li derve ji daxwazên civakê re bibin bersiv.