Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin 2021-06-02 16:34:50   AMED - Hasîp Akbûlût ê li navçeya Bismilê hevjîna xwe Mûhterem Akbûlût qetil kir, piştî ku zarokên wî li dijî wî îfade dan, îdia kir ku zarok ne ji wî ne û xwest testa wan a DNA’yê bê kirin.    Hasîp Akbûlût, li navçeya Bismilê ya Amedê, 32 salan tundî li hevjîna xwe Mûhterem Akbûlût kiribû û di 3’ê Mijdara 2019’an de wê qetil kiribû. 6’emîn danişîna doza ku li Akbûlût hatibû vekirin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zarokên Akbûlûtan Sûltan Coşkûn, Nûman Akbûlût, parêzera malbatê Elîf Tîrenç, Wekîla Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê Parêzer Tûrhan Bagriyanik û parêzerên bersûc li danişînê amade bûn. Bersûc Hasîp Akbûlût jî ji girtîgeha ku lê girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Dozgeriyê, ji ber delîlên heyî xwest ku girtina bersûc berdewam bike. Bersûc jî îdiayên hesûdiyê yên danişîna berê dûbarê kir û xwest ku zarokên wî yên ku li ser îfade dane ji bo ku wan ji ewladiyê red bike testa wan a DNA’yê bê kirin.     ‘BÊBEXTÎ LI DAYIKA ME TÊ KIRIN’   Dûre Sûltan Coşkûn û Nûman Akbûlût, anîn ziman ku îdiayên bavê xwe yên hesûdiyê qebûl nakin û diyar kir ku bavê wan bi van îdiayaan dixwaze danişînan dirêj bike û bavê wan bêbextiyê li dayika wan dike.   Parêzer Elîf Tîrenç jî diyar kir ku bi doza redkirina ewladiyê darizandin dirêj dibe û wiha got: “Tu rastiya mijara redkirina ewladiyê nîne. Bersûc ji muwekîlên min re name şandiye û gotiye ‘hûn zarokên min in’. Em dixwazin ku daxwazên bersûc bên redkirin û girtina wî berdewam bike.”   ‘JI BO DIRÊJKIRINA DANIŞÎNAN E’   Dûre Parêzer Tûrhan Bagriyanik parastin kir û wiha axivî: “Doza li Dadgeha Malbatê hatiye vekirin ji bo dirêjkirina danişînan e. Em nizanin niha ew dosya wê kengî encam bigire. Em dixwazin ku ew daxwaz bê redkirin.” Parêzerên bersûc jî diyar kirin ku beyanên bersûc samîmî ne, wê kirina testa DNA’yê bandorê li dozê bike û xwestin bersûc bê berdan.    BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ    Şandeya Dadgehê derbarê testa DNA’yê û redkirina ewladiyê de tu biryar nedan û biryara berdewama girtina bersûc da û danişînê taloqî 17’ê îlonê kir.