CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin 2021-06-01 14:56:00   ENQERE - Li gorî rapora azadiya çapemeniyê ya Koalîsyona Jinê ya di Rojnamevaniyê de ya meha gulanê, 70 jinên rojnamevan rastî tundî û tacîzê hatine.    Koalîsyona Jinê ya di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), rapora azadiya çapemeniyê ya meha gulanê ku mafên jinên rojnamevan ên hatine binpêkirin, tacîz, êrîş û gefên li wan hatine kirin qeyd dikin aşkera kir.    18 ÊRÎŞ, 19 BINÇAV KIRIN   CFWIJ’ê diyar kir ku rojnamevaneke jin ku dema li Xezayê karê xwe dikir jiyana xwe ji dest daye û binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:    “*Herî kêm 18 jinên rojnamevan di qadê de rastî êrîşê hatin û hatin astengkirin.    *19 rojnamevanên jin ên hatine binçavkirin.    * Herî kêm 6 rojnamevan rastî tundiya fizîkî hatin û herî kem 7 rojnamevan jî bi gefan re rû bi rû man.    * 7 rojnamevanên ku di nava wan de edîtora Jinnewsê ya kurdî Roza Metîna, edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Îsmînaz Temel û nûçegihan Havva Cûştan hene bi tacîza qanûnî re rû bi rû man.    *4 rojnamevanên ku di nava wan de pêşkeşvna Haberturk Tv’yê Ebrû Bakî jî hebû bi tacîza online re rû bi rû man.    *Herî kêm 2 jin bi êrîşa devkî re rû bi rû man.