Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da 2021-06-01 11:25:14   AMED – Li navçeya Rezan, zilamekî êrişî jina bi navê Kubra E. kir. Kubra E. rapora lêdanê girt û giliya zilamê êrişkar kir.    Li navçeya Rezan a Amedê, zilamekî êrişî jina bi navê Kubra E. (21) ku diçû marketeke nêzî mala xwe kir û bi awayekî tund lê da. Êrişkar piştî êrişî ji cihê bûyerê reviya û Kubra E. ku diranê wê şikiya û qevda destê wê eciqî, rapora lêdanê girt û çû qereqolê giliya zilam kir.    Kubra E. da zanîn ku ki ber kincên li xwe kiriye zilam êrişî wê kiriye û serboriya xwe wiha vegot: “Ji bo girtina nan daketim. Dema ku vegeriyam mala xwe zilamekî birih ku şelwar lê û şaşik lê serê wî kulmê avêt min. Dema ku bi porê min girt bi xwe ve hatim û min hewl da xwe biparêzim. Ez li bendê bûm ku hinek min ji destê wî xelas bikin lê kesî min xelas nekir. Herî dawî êdî min deyax nekir û qêriyam. Rexmî vê jî zilam nediçû û li goşe disekinî. Min got, ‘Li polisan bigerin’, lê kes li polisan negiriya. Min hewl da bigerim lê destê min dilerizî. Bi awayekî li polisan geriyam û zilam reviya. Min da pey wî û bi telefonê hewl da dîmenên wî bikişînim. Ji nişke ve li kuçeyê winda bû.”   ‘VANA KUJERÊN POTANSIYEL IN’   Kubra E. xwest ku van mirovan li kuçeyan negerin û diyar kir ku ev kujer in potansiyel in. Herî dawî Kubra E. xwest ku kesê êrişî wê kiriye demildest bê girtin.