Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede 2021-05-30 09:02:50   ENQERE - Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ku di nav bernameya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih digire, destnîşan kir ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayenda civakî ye û got: "Heya xizaniya jinê neqede, dê têkoşîn jî neqede."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Jinan, ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên xizan dibin û ji bo vê pirsgirêk çareser bike, di 5'ê Nîsanê de kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" dabû destpêkirin. Xebatên Meclîsa Jinan ên di vî warî de didomin.   Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, xizaniya jinê û çavdêriyên xwe yên di dema serdanan de nirxandin.    Kerestecîoglû, diyar kir ku xizaniya jinê tenê ne li Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê heye û êdî veguheriye pirseke giran û di dema pandemiyê de jin bêtir xizan bûne.    ÇÎLEYEKE 20 SALAN    Kerestecîoglû, anî ziman ku li Konya û Enqereyê serdana karkerên demsalî yên jin kirine û got: "Armanca me em bi pirsgirêkên wan re hemhal bin. Li ku derê prisgirêk hebin, em hewl didin li wir bin. Her wiha em partiyeke jina ne. Em partiya jinan, ne mimkun e ku em xizaniya jinan ji nedîtî ve bên."    Kerestecîoglû, bal kişand ser şert û mercên karkerên demsalî û got: "Herî dawî gava ku em çûn, karker di konan de diman. 20 sal in ev mirov tên heman cihî. Li heman cihî konê xwe vedidin û 6 mehan li wir dimînin. 20 sal in, çîleya wan heman çîle ye. Li wan konan av, ceryan tune ye. Tuwaleta wan, tuwaleteke kavilbûyî ye. Tişta min dît, serşoyek konteynerî hebû. Zarok pêxwas bûn."    ZAROK Û JIN    Kerestecîoglû, anî ziman ku zarok ji xizmeta perwerdehiyê bêpar in û got: "Yekê got, 'ji bo qelenê birayê xwe, dişixulim.' Ev mirov, bi piranî ji Riha û Mêrdînê hatine. Min ji jinekê pirsî, 'Te dixwest bibî çi?' Got, 'Helbet min jiyanek din dixwest. MIn jî dixwest zarokên min bibin parêzer, endezyar û bijîşk. Min nedixwest ji welatê xwe berê xwe bidim vir. Ma kî dixwaze?'"    JIN PIR BIHÊZ IN    Kerestecîoglû, diyar kir ku serdana jinên li seraan dixebitin jî kirine û jinên li wir jî bi meaşekî kêm tên xebitandin û got: "Hûn çi bikin jî, hûn ê li Tirkiyeyê nikaribin wêdetir biçin. Bi meaşekî kêm, debarkirin ne pêkan e. Lê jineke li serayê dixebite jî ji me re got, 'Tu dibê qe 15 sal in ne sax bûm, min nû dest bi jiyanê kir.' Ji ber ku karek peyda kiriye, wisa dibêje. Meaşê kêm nebaş be jî, lê xebat jinan xurt dike. Ji lew re jinên em leqayî wan hatin pir xurt bûn. Pirsgirêkên jinên li fabrîkeyan, li serayan û li qadên din dişixulin, pirsgirêkên hevpar in. Xizanî û serdestiya mêr, pirsgirêkên sereke ne."    PIRSGIRÊKA SEREKE NEWEKHEVÎ YE    Kerestecîoglû, anî ziman ku jinekê ji wan re gotiye li kar 8 saetan û li malê jî 10 saetan dixebite û got: "Jina, di bin barekî wisa de ye. Jineke li serayê dixebite got, 'Ez serê sibehê saet di 5'an de rabûm û min ûtî kir.' Serê sibehê saet di 5'an de radibe, ûtiyê dike, taştêya zarokên xwe amade dike, tiştine din dike û paşê diçe kar. Tişta sereke ya ku me dît û tespît kir, ne wekhevî ye. Em, li hemû qadên jiyanê bi newekheviyekê re rû bi rû dimînin. em parlementer bin, parêzer bin û karker bin jî em bi vê newekehviyê re rû bi rû dimînin. Em heqdesteke wekhevî nagirin. Ji xeynî vê jî keda li malê nayê dîtin, li holê dewleteke sosyal tune ye, kreş, nihêrvaniya ji bo extiyaran û nexweşan tune ye... ev hemû li jinan tê barkirin û ev jî li gor dilê mêr e."    PIŞTEVANÎ   Kerestecîoglû, destnîşan kir ku ji bo ku xizaniya jinan ji holê bê rakirin, divê bi hev re gavên mezin bên avêtin û got: "Em ê li her derî piştevaniya jinan bikin û ji xizaniya jinê re bibêjin 'na'. Li welatekî ku newekheviya zayendî ev qasî zêde, pêdivî bi têkoşîneke dûr û dirêj heye. Helbet têkoşîn niha dest pê nekiriye. Ji berê de heya niha têkoşîna tevgera jinan, tevgera feminîstan û jinên kurd heye."    Kerestecîoglû, anî ziman ku dê hevdîtinên wan ên bi jinan re bidomin û got: "Di hevdîtinekê de jinekê got, 'Qet nebe va hin kes li derdê me dipirsin.' Belkî wê kêliyê em nikarin ji bo pirsgirêkên wan bibin bersiv, lê ji bo vê em ê randevûyê ji rêvebiriyên herêmî û saziyên têkildar bigirin. Me derbarê prisgirêkên wan de rapor amade kirin û em ê li parlementoyê bilêv bikin."   Kerestecîoglû, destnîşan kir ku çareya dawî têkoşîna jina ye û got: "Ev, tiştekî ku divê em bi hev re bikin."    EM Ê PERGALÊ BIGUHERÎNIN    Kerestecîoglû, anî ziman ku em HDP, pêwendiya wan bi gelek rêxistinên jinan re heye û got: ""Em ê pirsgirêka pergalê ya bi destê mêran hatiye afirandin bigherînin. Heya em pergalê neguherînin, em ê nikaribin van pirsgirêkan biguherînin. Lê ji bo vê divê em bi hev re tevbigerin. Em ê pergala patriyarkal biguherînin. Heya xizaniya jinan neqede dê têkoşîna me deam bike."