Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin! 2021-05-26 09:00:51 STENBOL - Îkbal Eren, keça Dayika Şemiyê Elmas Erena ku bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, got: "Dêya min her cara dihat binçavkirin berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'"  Li gor daneyên Navenda Hafizeyê û ÎHD'ê, di navbera 1980-2001'ê de hezar û 388 kes di bin çavan de an jî bi cinayetên kiryar nediyar hatine windakirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 1995'an de ji bo aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên darizandin, 17-31'ê Gulanê wekî Hefteya Windayan a Navneteweyî ragihandibû. Xizmên windayan îsal Hefteya Windayan a Navneteweyî, di wextekî ku rêvebirê çeteyan Sedat Peker li xwe mikur tê de, pêşwazî dikin.    Di 26 salên vê têkoşînê de, xizmên windayan û Dayikên Şemiyê bi hêviya ku dê kiryarên xizmên wan bên dîtin û darizandin û dê bigihêjin hestiyên xizmên xwe her tim daketin qadan. Lê belê di vê têkoşîna bi salan de gelek dayik bêyî ku hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan.    Yek ji van dayikan jî Elmas Eren. Eren, bi salan ji bo kiryarên kurê wê Hayrettîn Eren bên darizandin têkoşiya û bêyî ku hestiyên kurên xwe bibîne di 19'ê tebaxa 2019'an de jiyana xwe dest da. Elmas yek ji wan dayikên pêşîn berê xwe dan Qada Galatasarayê e. Di avakirina Komeleya Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) de cih girtiye û her wiha yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye.    Kurê ê Hayrettîn Erenê di sala 1954'an de çêbûye, piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijadara 1980'yî de hatiye binçavkirin û hew xeber jê hatiye girtin.    BÛ DAYIKA ŞEMIYÊ    Piştî ku Hayrettîn eren tê binçavkirin wî dibin Qereqola Karagumrukê. Gava malbat pê dihese hatiye binçavkirin, di deftera binçavkirinê ya qereqolê de navê wî dibîne. Lê rayedarên qereqolê ji malbatê re dibêjin, Hayrettîn û 8 kesên di heman operasyonê de hatine zevtkirin birine Şaxa Siyyasî ya Gayrettepeyê.    Gava dayik Elmas Eren diçe avahiya polîsan a li Gayrettepeyê, polîsên li ber derî jê re dibêjin, "Li vê derê bi navê Hayrettîn kesek tune ye, kesekî bi vî navî nehatiye binçavkirin." Lê 8 kesên bi Hayrettîn Eren re hatibûn binçavkirin, li dadgeha eskerî dibêjin Hayrettîn jî bi wan re bûye û divê ew jî bi wan re bê darizandin, lê belê dadgeh tiştekî nabêje. Malbata wî serî li gelek deveran dibe, lê tiştekî bi dest naxe.    EYNÎ WEKÎ PARÊZERAN DA DÛ AQÛBETA KURÊ XWE    Keça Elmas Erenê Îkbal Eren, anî ziman ku dêya wê eynî wekî parêzeran daye dû kurê xwe û li aqûbeta wî pirsiye û serî li hemû saziyan daye. Eren, diyar kir ku di vê têkoşînê de dêya wê çedn caran hatiye binçavkirin û dêya wê yek ji wan dayikên ewil e ku li Qada Galatasarayê rûnitştiye û têkoşîna xwe bi vî awayî birêxistin kiriye. Eren, destnîşan kir ku dêya wê ji bo xwe bigihîne heqîqetê çi ji destê wê hatiye kiriye û çendî ku dêya wê jiyana xwe ji dest dabe jî, 41 sal in têkoşîna wan a ji bo dîtina birayê wê didome. Eren got: "Dêya min heya li ser xwe bû, diçû qadê. Carinan gava nexweş bû jî serê sibehê zû radibû, xwe digihand qadê. Lê di demên dawî de nikaribû. Lewma me ji dêvla wê dikir."    HER ÇALAKÎ HÊVIYEK BÛ    Eren, anî ziman ku gava dêya wê nikaribû biçe çalakiyê, vê carê di televîzyonê de li çalakiyê temaşe dikir û got: "Gava nikaribû biçûna, telefon dikir bê ka pêşektineke heye tune ye. Dêya min her cara ku diçû qadê bi hêviya ku dê xeberekê ji kurê xwe bigire diçû. Gava diçû wir, wekî ku dê xeberekê bigire diçû. Li wir tevî dayikên din hêrs û muqawemeta xwe xurtir dikir. Ji bo dengê xwe hîn bêtir ragihîne, wateyek li wê qadê bar dikir."    Eren, destnîşan kir ku Qada Galatasarayê ji bo xizmên windayan "cihê goristanê bû" û wêneyên dihatin hilgirtin jî hîsa wekî mirov dest bide kêlika goran li wan peyda dibû.    ÊRÎŞ   Eren, destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê gelek caran bi êrîşan re rû bi rû mane û behsa helwesta dêya xwe ya li dijî van êrîşan kir. Eren, bibîr xist ku dêya wê digot "Ev, ji bo ewladên me nedin me, çi ji destên wan tê dikin" û gor dêya wê digot: "Dêya min her cara ku dihat binçavkirin, berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'"    Eren, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya xwe bigihînin heqîqetê dê têkoşîna wan dewam bike û got: "Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayê wijdanê vî welatî ne."    MA / Berfîn Karaman