Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin 2021-05-24 09:00:36 ÎZMÎR - Jinên ku li dijî êrişan têkoşîna xwe ya birêxistinkirî dihonin, bi şîara “Li dijî êrişên birêxistinkirî, berxwedana birêxistinkirî” xwe ji bo mîtînga mezin a Stenbol û meşa li Enqerê bê lidarxistin amede dikin. Li Tirkiyeyê her roja diçe, kuştin û tundiya li dijî jinan zêdetir dibin. Jin li dijî van êrişan, xwe ji bo çalakiyên girseyî û mezin amade dikin. Jinên ku hewl didin heya 1’ê Tîrmehê, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li qadan xwe birêxistin bikin, parastina rewa û rêxistinbûyîna li dijî êrişan kirin rojevên xwe. Denîz Ûslû ya di Koma Kampanya Îzmîrê ya Em Dev ji Peymana Stenbolê Bernadin de cih digire, êrişîn li dijî jinan û destkeftiyên jinan nirxandin û derbarê xeta têkoşînê ya di dema pêş de, axivî.   ÊRIŞ POLÎTÎKIN   Ûlûs, bal kişand ser êrişîn li dijî jinan zêde bûne û wiha axivî: “Êrişên li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibin. Dema ku em li rêjeya di salên dawî de mêze dikin, li her bajarî êrişên li ser jinan pir zêde bûne. Îzmîr jî yek ji van bajarane. Di roja îro de jin bi tundî û qirkirinê re rû bi rû ne. Dîsa tacîz û tecawîz pir zêde bûne. Li tevahiya welat, êrişên li dijî jinan bi rêk û pêk bûne. Ev êriş polîtîkin. Li vî welatî jin tên qetilkirin.”   KEDXWARIYA HIYERARŞIYÊ    Ûslû, diyar kir ku hikumet dixwaze profîleke jinan a her tiştî qebûl dikin, koledariyê bikin, lêpirsîn nekin ava bike û wiha got: “AKP dixwaze di çarçoveya Îslamiyeta siyasî de, li gorî xwe paşverotiyê ava bike. Ji ber vê zextan li jinên ku li dijî vê derdikevin dike û dixwaze wan bêdeng bike.”    Ûslû, di dewama axaftina xwe de got: “Ew li dijî hiyerarşiya bav, hevjîn, patron, dewlet û desthilatdariyê ne. Ev hiyerarşiyên han, ji roja ku em tên dinê heya mezin dibin, hewl didin jiyana me li gorî xwe diyar bikin. Bi awayekî qat bi qat rastî îstîsmarê tên. Jinên azad ên li dijî vê derdikevin naxwazin. Ji ber vê êrişî Peymana Stenbolê dikin û dixwazin fes bikin. Ji ber ku ev peyman li dijî hemû polîtîkayên êrişên li ser jinane.”   LI DIJÎ ZILMÊ ÎSYAN   Ûslû, da zanîn ku li cihekê ku zilam lê hebe, îsyan meşrûye û wiha pê de çû: “Tevgera jinan jî tam li vê derêye. Di salên dawî de, li dijî hemû êriş û zextan, tevgereke jinan a birêxistinkirî heye. Rêxistinbûyîna me, bi şerê serdestiya zilam re rû bi rûye. Lê li dijî vê rêxistinbûyenek jinan a li ber xwe dide û qet bêdeng nabe heye. Di pêvajoya pêş me de, em ê vê rêxistinbûyîna xwe ya li qadan zêdetir bikin. Em li Îzmîrê, her heftê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Emê çalakiyên xwe yên li tax û navçeyan berfireh bikin. Em ê bajêr, bi çalakiyên jinan tije bikin. Heya roja feskirina Peymana Stenbolê 1’ê Tîrmehê emê li qad û kolanan bin. Emê çalakiyên bi girseyî birêxistin bikin. Li Îzmîrê, em ê meş û mîtîngeke mezin a jinan li dar bixin. Li dijî êrişîn birêxistinkirî, emê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî mezin bikin. Emê berxwedana xwe li hemû qadan belav bikin.”   MEŞA MEZIN   Ûslû, li dijî êrişên dewam bikin jî, ev peyam da: “Emê îsyan û hirsa xwe ji navendekê birêxistin bikin. Ev erka sereke ya jinane. Emê hevdîtin mezin pêk bînin. Li Stenbolê mîtîngeke jinan a mezin û meşeke mezin a li Enqerê di rojevên me de hene. Dirûşmeya ‘Ger jin bêdeng bibin, wê cîhan raweste’ vale vale nehatiye gotin. Em ê li Tirkiyeyê, li dijî zilmê, îsyana xwe mezin dikin.”    MA / Semra Tûran