Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar 2021-05-14 10:29:42   NAVENDA NÛÇEYAN- Ferhat Korkmaz, di medya civakî de bi gotina “Em dewlet in” gefa kuştin û tecawizê li Sîbel Yildizê xwar.   Sîbel Yildiz, daxuyand ku Ferhat Korkmaz li ser medya civakî gefa kuştin û tecawizê lê xwariye û xwest Korkmaz bê girtin. Yildiz, a di youtubê de rêveberiya qenaleke ku weşana tarîfeyên xwarinê dike, anî ziman ku ji aliyê kesekî xwe li ser medya civakî weke Serkan Bûcak daye nasîn lê navê wî yê rastî Ferhat Korkmaz e, heqaret lê hatiye kirin û vî kesî gefa kuştin û tecawizê lê xwariye.    ‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE’   Yıldız, dîmenên Ferhat Yildiz ê ku gefa kuştin û tecawizê dike û li ser medya civakî bi awayekî zindî parvekirine, parvekirin û ev tişt gotin: “Em qenaleke ku li ser youtubê weşana tarîfeyên xwarinê dikinin. Kesê ku me vîdeoya wî parvekir bela xwe li qenala me daye. Heqaret li me û bi dehan kesên hatin qenala me kirin û gef xwarin. Armanca wî çiye em nizanin. Bi mehane çeka xwe nîşanî me dide û gefa li me dixwe. Em ditirsin, nikarin derkevin derve. Ji kerema xwe dengê me ragihînin.”   ‘EM DEWLET IN’   Balkêşe ku Korkmaz di wan dîmenên di weşandin de her tim navê malbata Bûcak bikartîne û dibêje “Em dewlet in.” Piştî ku dîmen di medya civakî de hatin parvekirin gelek bikarhêneran bi hashtaga “BilaFerhatKorkmazWereGirtin (FerhatKorkmazTutuklansin) parvekirin kirin. Bikarhênêrên ku xwestin Korkmaz bê girtin, parvekirina “Sîbel Yildiz ne bi tenê ye” kirin.   Parêzerê Yildizê Ferdî Yamar jî diyar kir ku Ferhat Korkmaz li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirine.