Gelo Gurbet Uren hat kuştin? 2021-05-11 10:36:36   ŞIRNEX-  Di mirina Gurbet Uren de, ku bi guman jiyana xwe ji dest da geşedanên nû derketin holê. Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide diyar kir ku Uren 35 sal bûn bi tundiya hevjînê xwe re rûbirû dima û hevjînê wê bi dehan caran gefa kuştinê lê dixwar.    Di 6'ê gulanê de li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayîka 7 zarokan Gurbet Ûren (40) bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dabû. Di heman rojê de hevjînê Uren, O. Uren ji hêla polîsan ve weke gumanbar hatibû  binçavkirin û piştî îfade da polîsan serbest hatibû berdan. Hat zanîn ku Uren di temenê xwe yê 13 salî de ji hêla bavê xwe ve bi darê zorê hatiiye zewicandin. Hat zanîn ku Uren bi salan e bi tundiya derûnî û fizîkî ya hevjînê xwe O. Uren re rûbirû maye. Hat îdiakirin ku pirsgirêkên derûnî yên O. Uren hene û 6 sal in li her mezelên malê de kamera bicih kirine da ku Gurbet Uren kontrol bike. Di vê bûyerê de pirsa gelo Gurbetê hatiye kuştin anî bîra mirovan.    'BI CEYRANÊ ÎŞKENCE LÊ KIRIYE'    Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide qala tiştên ku hatin serê Uren anî ziman û wiha vegotin: "Gurbet di temenê xwe yê 13 salî de ji hêla bavê xwe ve bi darê zorê hat zewicandin. Ji roja zewicandin û heta roja mir rojek xweş nedît. Tenê rojek jî bêlêdan derbas nekir. Hevserê wê her roj tundiya derûnî û fizîkî li wê dikir. Gurbet ji hêla her kesî ve pir dihat hezkirin. Ji ber ku ji hevserê xwe ditirsiya heta ku nedikarî di malê de lingên xwe dirêj bike. Hevserê wê her tim dixwest ku jê re xizmet bike. Gurbet her roj bi tirsa mirinê dijîya. Me her tim ji wê re digot bêdeng nemîne. Lê wê digot, 'Ez şerm dikim bibêjim. Heger ez bêjim wê min bikuje'. Hevjînê wê bi dehan caran bi ceyranê îşkence lê kir. Deriyê mala Gurbetê tu car vekirî nebû û her tim qefilandibû. Nedihişt ku Gurbet gavekî biavêje derve. Ji bo ku Gurbetê kontrol bike ev 6 sal in di malê de kamera hebûn. Lê balkêşe ku kamerayên ev 6 sal in dixebitin roja ku Gurbetê miriye girtî bûne. Her kes rastiyê dizane lê ji ber ku ditirsin xwe bêdeng dikin."    'NE KESEK WISA BÛ KU XWE BIKUJE'    Xizma Gurbetê ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku Gurbet nemiriye hatiye kuştin û wiha got: "Balkêş e ku guleya silehê jî neteqiyaye. Ew roja ku Gurbet dimire hevjînê wê diçe ji keça wê re dibêje, 'Rabe diya te xwe kuştiye'. Gurbet miroveke ne wisa bû ku xwe bikuje.  Kesên ku diçin cihê bûyerê dibînin ku li erdê lepikek xwînê tenê heye û ew jî hişk bûye. Ev tişt jî balkêş e. Di demeke ewqas zû de çawa dibe xwîn hişk dibe. Hevjînê Gurbetê dicirifî ji tirsan. Di rûyê wî de xemginî tune bû, tirs hebû. Gurbetê wesiyet kiribû û gotibû, 'Min di vê dinyayê de aramî nedît, dibe ku li dinyaya din bibînim'. Pir dixwest wê li kêleka dayika wê veşêrin. Lê hevjînê wê û kurê wê vê wesiyeta wê bicih neanîn. Her kes divê bibîne, bizanibe û bibihîze."   Hat zanîn ku rapora otopsiyê ya Uren hêj nehatiye derxistin.