Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin 2021-05-09 09:01:07   EDENE - Hiqûqnasan nepêkanîna qanûnên derbarê mafên jinan de rexne kirin û gotin: "Ev polîtîka xwe dispêre Serdema Navîn û encama helwesta terîqat û cemaetên paşverû yên dijminên jina ye."   Peymana Stenbolê di 11'ê Gulana 2011'an de hatibû îmzekirin. Hiqûqnasan di 10'emîn salvegera peymanê de biryara fesixkirina peymanê û pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin.    Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku li Tirkiyeya ku tahdeya li nav malê zêde bûye, Peymana Stenbolê destkeftiyeke têkoşîna jina ye. Sert, anî ziman ku peyman "wekheviya zayendî ya civakî" esas digire û li dijî tahdeyê balê dikişîne ser tevdîrên parastinê. Sert got: "Devjêberdana ji peymanê, rewakirina tahdeya li jinê tê kirin bi xwe ye. Bi biryara fesixkirinê re, mekanîzmayên serlêdanê bi navendekê ve hatin girêdan. Yanî di dema tahdeyê de dê jin nikaribe serî li mekanîzmayên nêzî xwe bide."    QIRKIRINA CINSΠ   Sert, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê hem tahdeya li nav malê hem jî tahdeya li qada giştî qedexe kiriye û got: "Peymanê, hemû cihêkariyan qedexe dike. Hemû komên dezavantajî di xwe de dihewîne. Armanca wê cîhaneke bêtahde ye. Devjêberdana ji peymanê, rewakirina tahdeyê ye. Qirkirina cinsî ye."    FERASETA SERDEMA NAVÎN    Parêzera Komeleya Pêşî Zarok û Jin Nîlda Baltali jî destnîşan kir ku fesixkirina peymanê dijî qanûna ye û li dijî vê biryarê serî li Şûraya Dewletê dane. Baltali got: "Helbet em ê heya dawî serî li rêyên qanûnî bidin. Lê belê em baş bi çavkaniyên vê helwesta polîtîk a li dijî Peymana Stenbolê dizanin. Çavkaniya wê ya polîtîk Serdema Navîn e. Encama helwesteke terîqat û cemaetên dijminê jinan, encama helwesteke dijî komarê, laîkiyê ye. Encama helwesteke paşverû ye."    JI BO WELATEKÎ RONAHÎ...    Baltali, nepêkanînan mafên jinan ên di qanûnan de jî rexne kir û got: "Mafên me tenê di metnan de cih digirin. Lewma bêbandor in. A ku hiqûqê bibandor dike pêkanîna wê ye. Ên hiqûqê jî bibandor dikin, kesên ji bo wê têdikoşin bi xwe ne. Em baş dizanin heya ku têkoşîna ji bo heqiyê bidome dê cîhana me jî ji tahdeyê safî bibe. Ji bo pêşî li ber cinayetan û îstismarkirina zarokan bê girtin, pêdivî bi guherandina dînamîkên civakê heye. Heger dilê me û cîhaneke ronî hebe, nexwe pêdiviya me bi berfirehkirina têkoşînê heye."