Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be! 2021-05-09 09:00:37   AMED - Sûltan Deyîş ku hevjînê wê û keça wê girtî ne, 29 sal in girtîgeh bi girtîgeh digere. Deyîş, anî ziman ku Roja Dayikan ji bîr kiriye û got: "Roja ku şer bi dawî bibe û em bigihên zarokên xwe, dê wê rojê bibe Roja Dayikan."    Her sal yekşema duyem a Gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Lê bi sedan dayikên kurd hene ku ji ber êş û azaran ev roj nayê bîra wan. Yek ji van dayikan jî Sûltan Deyîş a 55 salî ye.    Deyîş, di sala 1966'an de li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê. Di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û niha dayika 7 zarokan e. Di salên 90'î de hizbûllahê 3 caran mala wan guleberan kiriye û eskeran jî gelek caran avêtiye ser mala wan. Malbata wê ji ber van zext û zoriyan ji neçarî di sala 1993'yan de koçî navenda Amedê dike.   LI 10 GIRTÎGEHAN GERIYEYE    Piştî ku malbat tê Amedê, zext û zorî li vir jî zêde dibin. Hevjînê Deyîşê Nîmet Deyîş di sala 1992'yan de ji ber sedemên siyasî tê girtin û ji Girtîgeha Amedê sirgûnî girtîgehên Dîlok, Semsûr, Bolû, Şirnex, Wan, Erzirom, Ordû, Amasya û Mereşê tê kirin. Piştî ku hevjînê wê tê sirgûnkirin ew jî tevî zarokên xwe diçe van girtîgehan, cem hevjînê xwe.    Deyîş got: "Carekê gava çûm Amasyayê, wesayît li zarokê min qelibî. Hingî li ber ketim, felcî bûm. Min gelek kar kirin, ji bo debara zarokên xwe bikim. Sirf ji bo zarokên xwe bibim girtîgehê, cem bavê wan. Hevjînê min 29 sal in girtiye. Me rihetî nedît, lê em tim serbilind in."    2 ZAROKÊN WÊ JÎ HATIN GIRTIN    Deyîş, bilêv kir ku zarokên wê jî bi zext û zoriyan re rû bi rû mane û got: "Min zarokên xwe mezin kirin. Vê carê jî çav berdan zarokên min. Du zarokên min hatin girtin. Kurê min demek berê hat berdan, lê keça min 2 sal û 3 meh in girtiye. Li girtîgehê bi şewba Covîd-19'ê ket."    TE GO ROJA DAYIKAN?    Deyîş, destnîşan kir ku ji bo dayikên herêmê Roja Dayikan tune ye û got: "Min Roja Dayikan ji bîr kiriye. Ma hiş bi me re hiştine? Nizanim Roja Dayikan kengî ye jî. Ên girtin jixwe girtin, ên kuştin jixwe kuştin, bin axê ji zarokên me xalî nabe. Ên hinan cenazeyên wan jî tune ne. Ji bo me Roja Dayikan tune ye. Jinên temen mezin jî digirin. Gava diçim girtîgehê çav bi wan dikevim."    BELKÎ EW ROJ BÊN    Deyîş, destnîşan kir ku li erdnîgariya kurdan kengî dayik bigihên zarokên xwe wê çaxê dê Roja Dayikan bê û got: "Dixwazim keça xwe hemêz bikim, lê destê me nagihê hev. Gava em bigihên zarokên xwe dê wê rojê Roja Dayikan bê. Heger aştî bê cîhanê, şer û mirin bi dawî bibin dê Roja Dayikan jî bê."    Deyîş, bilêv kir ku keça wê belesebeb hatiye girtin û xwest hemû girtiyên belesebeb hatine girtin bên berdan û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.    MA / Eylem Akdag