Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn... 2021-05-08 09:01:15 MÊRSÎN - Jinên ku li Hala Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê bi heqdesteke erzan tên şixulandin gotin: "Pandemî herî zêde bandorê li me dike, lê em tu carî nayên dîtin û hesibandin."  Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jinên ku li Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan dixebitin, şeveqê zû dest bi kar dikin. Jinên bêsogorte dixebitin, heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Rojê bi 60-90 TL'yî dixebitin û ji ber şert û mercên giran ên karî, gelek nexweşîn li wan peyda dibin.    KARKERÊN BÊSÎGORTE    Seher Yilmaz ku ji ber rewşa aborî ji navçeya Samandagî ya Hatayê mala xwe aniye Mêrsînê, 25 sal in karê pakêtkirinê dike. Yilmaz a 45 salî, anî ziman ku nigê wan ji serê sibehê heya êvarî di nav avê de ye û heqdesta wan a rojane 60 TL ye.    Yilmaz bal kişand ser şert û mercên xebatê û got: "Em saloqat li vê dikana biçûk fêkiyan dixin pakêtan û qaseyan. Zivistanê ji ber sermayê, havînê jî ber germê em perîşan dibin. Şev û roj li me bûye yek. Bi salan e li vir dixebitim. Di warê tenduristiyê de, tu ewleyiyek me tune ye. Em rojane, bi yewmiyeyê dixebitin. Car heye kar tune ye."    NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE    Yilmaz, bilêv kir ku li malê ji xeynî wê kes naxebite û ji ber toza fêkiyan astim lê peyda bûye. Yilmaz got: "Ji ber ku em qaseyan radikin û tim li ser çokê ne, nigê me, pişta me û newqa me diêşe. Di dema tevdîrên şewbê de jî şert û mercên xebatê neguherîn. Heya niha alîkariya kesî negihaye me. Heqê rê û xwarinê ji kîsê me ye."    DESTÛR TUNE YE    Zîlan Teke ya 19 salî ku amadekariya azmûna zanîngehê dike, anî ziman ku 5 sal in dişixule û got: "Dawiya hefteyê destûr tune ye. Gava kar hebe em dixebitin. Car heye em mehekê li ser hev dixebitin. Car heye jî du hefteyan rojekê. Pir zehmet e, lê ji ber rewşa aborî em ji bêgavî dixebitin."    Dayika 3 zarokan Şerîfe Dîkmen jî diyar kir ku 7 sal in dixebite û got: "Xaniyê min bikirê ye. Heya êvarî li vê derê dixebitim. Êvarî gava diçim malê, difikirim gelo em ê sibê çi bixwin, çi vexwin. Gava heqê kirê, heqê fatûreyan tê difikirim em ê çawa bidin. Yanî tim û tim fikara ji bo pêşerojê li me peyda dibe. Ji lew re tu ewleyiyek me tune ye. Gava kar hebe em tên. Ji ber krîzê kar pir tune ye. Pandemî herî zêde bandorê li me dike, lê tu carî em nayên dîtin û hesibandin."    MA / Esra Solîn Dal