Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê 2021-05-01 16:37:01   WAN - Li gundê Reşan ê navçeya Qelqeliyê jina bi navê Ş.A., bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Reşan ê navçeya Qelqeliya Wanê, duh di saetên serê sibê de jina bi navê Ş.A. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Ş.A. ku tê texmînkirin nêzîkî 50 salî ye, li axura sewalên xwe bi mirî hatiye dîtin. Cenazeyê Ş.A’yê ji bo kirariyên otopsiyê bên kirin rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.