Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin 2021-04-29 14:17:19   ÎZMÎR – Jina kongoyî ya bi 9 mehan ducanî ku ji bo penagehê serî li Îdareya Koçê ya Bajar a Îzmîrê da, bi hinceta “qeyd girtî ne” serlêdana wê nehat qebûlkirin. Parêzer Deman Guler ku rewşa jinan penaber dişopîne got ku mafê jiyanê jina penebar tê binpêkirin.    Li Îzmîrê jina penaber a ducanî ya kongoyî, ji ber ku qeyda wê li Îdareya Koçe ya Bajar a Îzmîrê tuneye, ne dikare tedawî bibe ne jî ji bo welidandinê dikare biçe nexweşxaneyê. Jina penaber ku ji bo penagehê çûye serî li Îdareya Koçê daye, bi hinceta “qeydên serlêdanan girtî ne” serlêdana wê nayê girtin. Jina penaber ku ji ber ewlehiyê em navê wê parve nakin sekna xwe ya li pêş Îdareya Koçe ya Bajar a Îzmîrê didomîne.    TUNDÎ Û TACÎZ   Jina penaber ku hin navberan sanco tênê, diyar kir ku beriya niha 2 caran bi birayê xwe re derbasî Yenanistanê bûye û li wir polis û leşkeran tundî lê kirine  û wê tacîz kirine. Ji ber vê careke din vegeriyane.    GIRTINA SERLÊDANÊ MECBÛRÎ YE   Endama Lîjneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê Parêzer Deman Guler ku pêvajoyê dişopîne, diyar kir ku heke serlêdana penagehê ya jina penaber neyê qebûlkirin di serî se mafê jiyanê wê gelek mafên wê bên binpêkirin.