Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne 2018-01-30 09:32:45 AMED - Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî qajqajokiya şerî û propagandaya şerî tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin. Rojnamevan got çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne. Êîrşên li hemberî Efrînê didomin. Li gel vê li ser medyaya civakî û di çapemeniya berbelav de jî şerekî psîkolojîk tê meşandin. Têkildarî vê yekê Serokwezîr Bînalî Yildirim bi nûnerên çapemeniya hewzê û berbelav re civîn çê kir û ji wan re diyar kir ku da dê çawa nûçeyan çê bikin û di vî warî de 15 made berpêşî wan kirin. Lê belê rojnamevanên jin anîn ziman ku ew ê li hemberî qajqajokiya şer û propagandaya şer tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin û rewşa çapemeniya şer nirxandin.    ‘ÇAPEMENÎ BI NÛÇEYÊN DEZENFORMASYONÎ GEL DIXAPÎNE'    Edîtora Jinnewsê Ceren Karlidag, anî ziman ku zimanê çapemeniyê yê nêrza û zayendîparêz, di dema şer de zêdetir dibe û ev ziman tenê ne li erdnîgariyên ku şer lê didomin, sîrayetî hemû derdorên civakê dike û rê li ber şideta civakî vedike. Karlidag got peywireke cidî ya çapemeniyê heye ku civakê agahdar bike, lê belê ji dêvla vê peywira cidî bi nûçeyên dezenformasyonî gel dixapîne û rê li ber xerabî û şideta rêxistinbûyî vedike.    ‘NIKARIN DENGÊ JINÊ ASTENG BIKIN'    Karlidag, bi lêv kir ku ji ber wan di nûçeyên xwe de sivîlên ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê de mirine cih dane wan, di nav 3 rojan de BTK 3 caran malpera wan girtiye û wiha got: "Îktîdar bi awayekî aşkere ji me re dibêje 'em naxwazin hûn bixebitin.' Dibêjin çimkî hûn rastiyan radigihînin gel, di nûçeyên xwe de qajqajokiya şer nakin. Li hemberî 15 madeyên wan, em rojnamevanên jin bi nirxên ku me ji rêgez û mîrateya ku me dewr girtiye, em 15 madeyên wan serobino dikin û bi zimanê van nirxan dinivîsin. Ji ber vê îktîdar ji nûçeyên me nerihet dibe." Karlidag destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çapemenî di destên îktîdaran de ye û di vê pêvajoyê de çapemenî wek propagandaya şer a AKP'ê ye û bi talîmatên AKP'ê gel dixapîne. Karlidag diyar kir ku rastî ji gel tê veşartin û serketinên sixte tên afirandin.    Karlidag ev tişt gotin: "Îktîdar, ji bo bîlançoya şer û windahiyan a rastîn veşêre, dixwaze çapemeniya muxalif asteng bike û bigire. Berê jî rojnameyên dengê cuda radihandin bombe dikirin, rojnamevan qetil dikirin û digirtin û dixwestin wan bêdeng bikin. Niha jî bi BTK'ê vê yekê dikin, lê em dîsa dibêjin, BTK'yeke ku dengê jinê, pênûsa jinê asteng bike tune ye. Çawa ku nebûna KHK'yeke ku nikare dengê jinê asteng bike. Em rojnamevanên jin dibêjin hûn ajansên me, televîzyonên me bigirin û me bigirin jî, em ê bi awayekî derî bi derî bigerin û rastiyan ragihînin gel."    Nûçegihana rojnameya Evrenselê Serpîl Îlgun jî diyar kir ku li Efrînê rewşeke şer heye û tê xwestin ku li welat jî girse ber bi vî şerî ve bên hêlkirin. Îlgun balê kişand ser yekdengiya çapemeniyê û got çawa ku operasyon dest pê kir hemû rojname manşetek û sernavek avêtin. Îlgun civîna Serokwezîr Yildirim a di 21'ê Çileyê de bi nûnerên çapemeniyê re kir bi bîr xist û got ji sedî 80'yê rojnameyên li Tirkiyeyê şer destek dikin. Îlgun bi lêv kir ku lê belê di demên wisa de hejmara wan kêm be jî rojnamevanên ku aştiyê diparêzin hene û wiha got: "Em hindik bin jî em ê bi inyad wî zimanê aştiyê berdewam bikin. Em zimanê aştiyê diparêzin. Em yekdengiyê qebûl nakin. Ji ber vê em tên girtin." Îlgun got ku rewşa şer li nav welat bi riya çapemeniyê tê birêvebirin û wiha got: "Ji ber li ser medyaya civakî parvekirinan dikin mirov tên binçavkirin, rojnamevan tên girtin. Lê ev ji bo nixumandina ser rastiyan têr nakin. Di hin qenalan de hin lîstik tên weşandin û wek şerê li Efrînê be berpêşî mirovan dikin. An jî di warê hejmara mirî û birîndaran de hejmarên cuda hene." Îlgun got ku gel tê xapandin û ew ji pratîka çapemeniyê fêm dikin ku nahêle gel hay ji rastiyan çê bibe.    ‘ÇAPEMENIYA ŞER MIRINA SIVÎLAN TERORÎZE KIR'    Edîtora rojnameya Welatê Elîf Alkan jî destnîşan kir ku piştî DAIŞ li Reqayê têk çû êrîşa li hemberî Efrînê dest pê kir. Alkan bi bîr xist ku berî êrîş dest pê bikin bi awayekî zêde propagandaya şer dihat kirin. Alkan bi lêv kir ku îktîdar hemû saziyên çapemeniyê kom kir û ji wan xwest nûçeyên ku şer destek dikin çê bikin. Alkan diyar kir ku bi vê yekê demoralîzekirina gelê kurd tê xwestin û wiha domand: "Piştî operasyon dest pê kir hat dîtin ku gelê li wir bi vîneke xurt li dijî dagiriyê li ber xwe dide. Tirkiye got 'em ê di 3 saetan de têkevinê û biqedînin', lê belê di hefteyekê de sînor derbas nekirin. Çapemenî mirina sivîlan wek şervan hatibin kuştin nîşan didin û ev yek jî nîşan dide ku ka çi qasî ji ehlaqê rojnamevaniyê dûr ketine û çawa raya giştî dixapînin."    ‘KAR Û BAREK GIRAN DIKEVE SER MILÊN ROJNAMEVANÊN JIN'    Alkan, got ku çapemenî hewl dide ji bo dagirkirineke neheq a îktîdareke ku bi her awayî tengav bûye gel qanih bike û ev tişt gotin: "Niha rojnamevanên muxalif an tên girtin an jî dawî li karê wan tînin. Ew dibêjin qey ew ê bi derewan û xapandinan vî şerî qezenc bikin, lê tu rastî heta hetayê veşartî namîne. Jinên ku rê li ber civakê dixin, di qada çapemeniyê de jî xwedî rol û misyoneke mezin in. Rojnamevanên jin ên di çapemeniya muxalif de cih digirin, divê ji gelan re vebêjin ku ev şer ne şerê gelan e, şerê serdestan ê ji bo îktîdarê ye. Çimkî herî zêde şer bandorê li jin û zarokan dikin."