‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’ 2021-04-28 10:20:20   MÊRSÎN - Derûnnas Şîlan Surmelî, bal kişand ser zêdebûna mirinên biguman ên jinan û got: “Rewşên ku jinan ber bi întîharê ve dibe bi rizîbûna civakê ve girêdayî ye. Amûra herî mezin a faşîzmê  tundiyê. Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike. Ev jî ewil bandora xwe li ser jinan dike.”   Li gorî danayên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), li welat, di 3 mehên ewil ên sala 2012’an de, 79 jin din encama tundiya zilam  û 45 jin jî, bi awayekî  biguman jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku bi awayekê pergalî rastî tundiyên fîzîkî, aborî û derûnî tên, ber bi întîharê ve tên şandin.   Derûnnas Şîlan Sûrmelî, bal kişand ser asta bûyerên întîharê yên civakî, polîtîk û aborî û ev rewş di heman demê de weke “Rewşa tengijîna rizîbûna di nava civakê de” nirxand.    TÛNDIYÊ MÎNA AMÛR BI KAR TÎNIN   Surmelî, diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku hebûna xwe ava bikin, tundiyê weke amûr bi kar tînin û wiha axivî: “Di avakirina civakên serdest ên zilam de, dînamîkên wên herî girîng tundiye.” Surmelî, belavbûna tundiyê wiha pênase kir: “Bi taybetî di civakên baviksalarî û çewisîner de, tundiya li dijî jinan, zarokan û heywanan,  yek ji argumenên bingehîne. Ji ber vê yekê em nikarin tundiyê ji civakê cuda bigirin dest. Pergala baviksalariyê, li ser serdestiya zilam, hin rolên xwe diyar dike. Desthilatdar jî van rolên zilamtiyê, esas digere û li gorî vê teş dide civakê. Ev jî dibe sedem ku tundî li tevahiya welat belav bibe û di nava yekîneya herî biçûk a malbatê de bi cih bibe. Ev rewş jî herî zêde bandorê li jinan, zarokan û heywanan dike. Tundiya li dijî jinan jî, tam di vê rewşê de derdikeve holê. Ji ber vê dema zilamek tundiyê li jinê dike, weke jinê heq kiribe, xwe mafdar nîşan dide. Dîsa desthilatdarî bi awayekê pir rehet ji bo jinên li dijî tundiyê têdikoşin, dibeje ‘binyata malbatê xirab dikin.’ Ev jî dibe sedem ku tundî heya nava malê belav bibe.”    SERDESTIYA ZILAM   Surmelî, da zanîn ku sedama bûyerên întîharê yên li welat belav dibe, tundiye û wiha got: “Di civakên kuz ilam serdestin de, jin her tim rastî tundiyên fizîkî, zayendî, derûnî û aboriyê tên. Lê jin herî zêde rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Destûr nayê dayîn ku di rewşên wiha de jin xwe îfade bikin. Ev jî dibe sedem ku bi demê re bêhêvîtî, bêçaretî, fikar û tenêtî di jinan de pêş bikeve. Bêçaretî, bi demê re mirovan dixwe deprestyonê. Di roja me ya îro de, depresyon jî mîna pençeşêr û grîpê pir belav bûye. Di heman demê de, ev nexweşiyeke ku ji aliyê pergala kapitalîzmê ve hatiye pêşxistin. Mirov dem bi dem ji ber vê ji ser hişên xwe diçin. Ger tedawiyek baş neyê kirin, bi demê re dibe sedema bûyerên pir cîdî.”    XEMLA ‘ÎNTÎHARÊ’    Derbarê xemlên “întîharê” yên ji bo cînayetên jinan tên dayîn de jî Surmelî, ev nirxandin kir: “Di demên dawî de, bi întîharê bi ser kuştinên jinan tên girtin. Bi taybetî jinên ciwan dema ku dikevin tora çeteyên fihûş, tiryak û dizîtiyê, piştre ber bi întîharê ve tên şandin. Di vê mijarê de, binyada dewlet û zilamê serdest, bi pergala faşîzm û tundiyê re dibe yek û xemla ‘întîharê’ didin, kuştinên jinan. Di hemam demê de gelek zilamên têkiliya wan bi hêzên paramîlîter ên girêdayî dethilatdar û dewletê re hene, dibin sedema van cînayetan. Bi taybetî bûyerên herî dawî yên Îpek Er, Aleyna Çakir û Gulîstan Dokû, mînakên vê yekê ne.”    ROLÊ MEDYAYÊ   Derûnnas Şîlan Sûrmelî, bal kişan ser rolê medyayê yê di belavkirina tundiyê de û wiha bi dawî kir: “Zimanê tundiyê yê desthilatdarî bi kar tîne, di civakê de, belavî hemû nasnameyên din dibin. Dema ku medya nûçeyên kuştinên jinan û tacîzên jinan serwîs dike, herî zêde zimanê rewabûna sûc û sûcdar bi kar tîne. Di nûçeyên derbarê tundiya li dijî jinan de, herî zêde têgîna ‘dîn û har bûye’ tê bikar anîn. Di vîr de dema ku behsa bûyer tê kirin, hemû sûcan bi ‘dîn û har bûnê’ ve tê girêdan.  Ji ber vê heta zilamê bersûc qet nayê dîtin. Axirê bi navbeynkariya medyayê, dixwazin zextên faşîzan ên li ser civakê, bi sazî bikin. Ji ber ku amûra herî mezin a faşîzmê tundiye. Ji ber vê tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike. Ev jî ewil bandora xwe li ser jinan dike.”    MA / Esra Solin Dal