Jinnewsê dîsa asteng kirin 2021-04-26 13:21:11   NAVENDA NÛÇEYAN – 5’emîn Dadgeriya Cezaa Silhê ya Amedê, navnîşana “jinnews21.xyz” asteng kir.    Jinnews ku bi dûrişmeya “Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de” dest bi weşana xwe kiribûn, di demên dawîn de di hedefa daraza zilam de ye. Astengkirineke din li astgengkirinên Jinnewsê ku sistematik bûne zêde bû. Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK), bi hinceta biryara 5’emîn Dadgeriya Cezaa Silhê ya Amedê, navnîşana “jinnews21.xyz” asteng kir.     Jinnews li ser navnîşana “jinnews22.xyz” weşana xwe didomîne.   Jinnews di 20’ê nîsanê de jî 2 caran li ser hev hatibû astengkirin.