Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin 2021-04-20 14:00:45   EDENE - Polîsan pankarta ku HDP’ê ji bo balê bikişîne ser komkujiyên jinan bi avahiya xwe ve daliqandibû, rakir.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, pankarta ji bo balê bikişînê ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê bi avahiya xwe ya navçeya Seyhanê ve daliqandibû. Polîsan bi hinceta ku “qedexe” ye pankart rakirin. Di pankarta ku duh HDP’iyan daliqandibû de navê 88 jinên ku di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de hatibûn qetilkirin û bi îbareya “Di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de 88 jin hatin qetilkirin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyîn” cih girtibû.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê Gulcan Kûrnaz, bertek nîşanî rakirina pankartê ya polîsan da û anî ziman ku ev nîşandana bêtehamuluya dewleta zilam a li dijî destkeftiyên jinan e. Kûrnaz, da zanîn ku dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wê bi berxwedanê têbikoşin.