Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn 2021-04-19 09:02:42 ÎZMÎR - EŞÎK ku piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê xebateke zêde da destpêkirin, meclis û 584 parlamenteran dişopîne û wê qarneyê wan di hilbijartinê de bide wan. Dildara EŞÎK’ê Tulîn Kesîktaş, ragihand ku hevdîtinên jinan û grev di rojeva wan de ne û got ku êdî jin nayên zeftê! Jin dev ji Peyma Stenbolê, ku şeva 20’ê adarê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê jê vekişandan, bernadin. Bertek li dijî vê vekişandinê roj bi roj zêdetir dibin û li seranserê welat berbelav dibin.  Bi vê re êrişên li dijî jinan jî narawestin û her berdewam dikin. Em bi Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Tulîn Kesîktaş re li ser xebatên wê, rojeva jinan û encamên ku derketin holê axivîn.    MECLISÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN   Kesîktaş, diyar kir ku rojê herêi kêm 3 jin tên qetilkirin û got ku ew vê weke “qirkirina zayendê” dinirxînin. Kesîktaş, têkildarî xebatên ku li dijî rewşa hêyî dimeşînin kir û bi lêv kir ku halê hazir li dijî cinayeta jinan xebatên ku meclisê vedixwînin peywirê dimeşînin û wiha got: “Daxwaznameyên ku me ji AKP û MHP’ê re şandin qebûl nekirin. Ji bilî wan em bi nûnerên hemû partiyan re axivîn. Me di hevdîtinan de daxwaz kir ku êrişên jinan li meclisê bên nirxandin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Piştî hevdîtina me dît ku asta ferqkirinê ya parlamenteran zêde bûye. Di çarçoveya xebatên xwe de her meh Rapora Şopandinê Meclisê diweşînin. Em bi vê qeyd dikin ku kîjan partî di mijara jinan de çiqas hestiyar û bibandor e.”   PARLAMENTER TÊN ŞOPANDIN   Têkildarî civînên ku bikin jî Kesîktaş, ev agahî da: “Weke EŞÎK em ê li dijî êrişan li 81 bajaran civînan li dar bixin. Em ê rojeva herêmê bibine meclisê. Heta niha me têkildarî meclisê xebateke giştî kiriye. Ji niha şûn ve em ê xebatên şopandina herêmê bikin. Rêxistinên jinan ên herêman wê parlamenterên bajaran ji nêz ve bişopînin. Her jinekê wê xebatên parlamenteran ên ji bo jinan bişopîne, derxe holê ku her parlamenter çiqas mafê jinan diparêze û qarneyê her parlamenterî derxe. Yanî wê 584 parlamenter bên şopandin. Bi vê em ê bi bîra parlamenteran bixin ku çiqas berpirsyariya xwe ya mafên Destûra Bingehîn û mafê jiyanê yê jinan bi cih tînin. Her wiha em ê bikin ku wê li vîna me xwedî derkevin.”   WÊ QARNEYAN DI HILNIJARTINÊ DE BIDIN   Kesîktaş, destnîşan kir ku xebata wan di heman demê de amadekariya hilbijartinê de û ev tişt gotin: “Wê li gorî xebatên parlamenteran qarne bên amadekirin. Wê di hilbijartinê de bedêla qarneyan hene. Tenê nîşandina namzetên jin a partiyên siyasî têr nake, wê bê dîtin ku di rêveberiyên herêmî de çiqas li gorî nûnertiya wekhev tevdigerin. Di encama xebatan de em ê bibînin ku çiqas li mafên me xwedî derdikevin. Di hilbijartinan de em ê qarneyên kesên ku me tune dihesibînin, mafê me naparêzin û nûnertiya me nakin bidin.”   ŞIYARBÛNA JINAN A LI CIHANÊ   Piştî ragihandina van agahiyên têkildarî xebatên wan Kesîktaş, têkildarî vekişandina ji Peymanê Stenbolê û mijarên girêdayî wê jî nirxandinan kir û axaftina xwe wiha domand: “Sedema vekişandina ji Peymana Stenbolê zêdebûna hişmendî û ferqkirina jinan a li dinyayê ye. Desthilatên baviksalarî naxwazin winda bikin. Ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê jin di nav hişyarbûnekê de ne. Ji ber vê sedemê desthilatên baviksalar helw didin zextê li jinan bikin. Hem êrişî jinan dikin hem jî êrişî destkeftiyên wan dikin. Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê bû sedema hişyarbûna jinan.  Heke peyman bê betalkirin jî wê di dîrokê de cihê wê yê girîng hebe. Ji ber ku tevahiya tundiyê red dike û polîtîkayeke yekûn hildiberîne peymanê weke gef dibînin. Bi vekişandinê re desthilata AKP’ê li dinyayê rezîl bûye û ji peymanê bêtir ew tê axaftin. Ji ber êrişan em timik bi rexitinên jinan ên dinyayê re civînan digirin.”   DI SALA 10’EMÎN DE RAPOR   Kesîktaş, agahî da ku biryara vekişandinê faîlên tundiyê wêrek kiriye û derbarê vê rewşê de jî amadekariyên xebatan dikin û ev tişt ragihandin: “Em pêvajoya piştî vekişandinê dişopînin û di roja 11’ê gulanê salvegera 10’emîn a peymanê de em ê hûrgiliyen vê pêvajoyê parve bikin. Wê rapor bi beşdariyeke zêde bi civîna çapemeniyê bê parvekirin. Li gorî pêvajoya pandemiyê hevdîtinên mezin ên jinan û grev di rojeva me de ne. Em ê di rojên pêş de van biqaxivin û zelal bikin. Jin  bi hev re motive dibin. Dema ku em bi hev re dixebitin hêviyên me zêdetir dibin. Hevdîtin me wêrek dikin û hêzê didin me. Êdî rawestandin tuneye. Ji bo ku em hê pêşdetir biçin em ê têbikoşin.”   ÊDÎ NAYÊN ZEFTÊ!   Di dawiya nirxandinên xwe de Kesîktaş, wateya êrişên ku li dijî jinan tên kirin û bersivên jinan ên dijî van êrişan wiha şîrove kir: “Em êdî rolên ku ji aliyê zilaman ve hatine çêkirinê qebûl nakin. Em li pey mafên xwe ne. Wê êdî nikaribin me bikin rolên zayendiya civakî û malbatê. Wê êdî nikaribin jinê bikin nasnameyên ‘dayik’ û ‘jina mala’. Êdî jin nayên zeftê. Êdî nikarin jinan bikin hin qalibin diyarkirî û zextê li wan bikin. Êdî têkoşîna gerdûnî tê axaftin. Hemû jinên cihanê di ferqa vê de ne. Piştevanî û têkoşîna me sînoran derbas dike. Di asta gerdûnî de êdî em jin piştevaniya he dikin, hev agahdar dikin û nîşan didin ku em li cem hev in. Ji ber ku desthilatên baviksalar di ferqa vê de ne êriş dikin. Di nav jinan de hişyarbûneke ciddî heye û ev hişyarbûn bi sînorên welat ne bi sînor e. Textên desthilatdaran dihejin. Zilam naxwazin desthilata wan têk biçe. Lê van hewldanên wan vala ne û wê bi ser nekevin. Weke kum in got êdî jin nayên zeftê. Ji bo wekheviyê em ê heta dawiyê têbikoşin.”   MA / Semra Tûran