Zilamê tundiyê li jinekê dikir hat girtin 2021-04-16 10:03:16 EDENE - Li Edeneyê piştî dîmenên tundiyê li ser medya civakî hatin parvekirin, kesê tundiyê dikir Zulkuf Coşkûn ku hatibû binçavkirin ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” hat girtin.  Bikarhenerek Twitterê bi navê "Arshin Fozi Jookandan" vîdeoyek tundiya li jinekê dihat kirin belav kiribûn û di twîtê de wiha nivîsandibû: “Li Edeneyê ez û dayika xwe 2 sal in bi tundiyê û gefan re rûbirû dimînin. Em ji jiyana xwe bi fikar in. Ji kerema xwe alîkariya me bikin.”  Hat zanîn ku jina ku di vîdeoyê de bi tundiyê re rûbirû maye Galavizh Ayoubi Amirabad e û ji Îranê ye û kesê tundiyê jî dikir Zulkuf Coşkûn bû. Bûyer li taxa Atakent a navçeya Yuregîra Edeneyê di 14’ê nîsanê de qewimî ye. Piştî ev dîmen li ser medya civakî hatin belavkirin, kesê tundiyê dike Zulkuf Coşkûn hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Edeneyê ve ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” hat girtin.   Ev kesê tundiyê dike di vîdeoyê de dibêje “Jixwe ez ê tenê 3-5 mehan ceza bigirim” û heqaretê dike.