'Em ê li her derê hevserokatiyê biparêzin’ 2021-04-15 13:26:27   ENQERE - Rêxistinên jinan bertek nîşanî cezakirin û binçavkirina Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik dan û gotin: “Emê li her derê nûnertiya wekhev biparêzin.”   9 rêxistinên jinan derbarê cezakirin û binçavkirina Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen Uyanik de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniya ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Rizgariya Jinan, Jinên Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Meclisa Jinan a Partiya Avakirina ji nû ve Sosyalîzmê (SYKP) û Jinên Çepên Kesk ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Tifaqa AKP-MHP’ê li êrişên xwe yên li dijî jinan û destkeftiyên jinan, her roja diçe yên nû zêde dike.”   'TÊKOŞÎNA JINAN DÊ WE TUNE BIKE    Di dewama daxuyaniyê de, bertek nîşanî cezakirin û binçavkirina Uyanik hat dayîn û ev nirxandin hat kirin: “Uyanik ji ber têkoşîna azadiya jinan dida, ji pişeya xwe hat îxraçklirin. Dûre bi vîna gel ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin. Vê carê jî mazbataya wê nehat dayîn û mafê wê yê hilbijartinê hat xespkirin. Uyanik ligel van hemû êrişan jî, gav paşve ne avêt û herî dawî ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Amedê hat hilbijartin. Weke jinekê Kurd, ji bo azadiya gel û jinan siyaset dikir. Lê tifaqa zilam a AKP û MHP’ê, ji têkoşîna wê tirsiyan û ceza kirin. Di bingeha hemû êrişên tifaqa AKP û MHP’ê de, destkeftiyên jinan hene. Emê tu carî dest ji maf û destkeftiyên jinan bernedin. Em ê nûnertiya hevserokatiyê û wekheviyê li her derê biparêzin. Hemû qad, meydan, kolan û koçe yên me ne. Hûnê nekarin ne Hulya Alokmen Uyanik û ne jî me jinan, bi zextan, binçavkirin û girtinan teslîm bigirin. Wê têkoşîna jina tu carî ne qede. Têkoşîna jinan a mafdar, dê we tune bike û desthilatdariya we hilweşîne.”