Jinên HDP’yî li pirsgirêkên jinan guhdar kirin: Dengê me ragihînin 2021-04-14 15:47:36   ÎZMÎR - Şandeya Meclîsa Jinan a HDP’ê li Îzmîrê di roja duyemîn de serdanên xwe bo jinan berdewam kir û li pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin guhdar kir.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” hevdîtinên “Ji xizaniya jinan re na” li Îzmîrê di roja duyemîn de berdewam kir. Şandeya Jinên HDP’ê bi jinên ku dolmeyên mîdyeyan, karê seyarê û nan li tenûrê dixin re hatin gel hev.    Şandeya ku ji Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Zuleyha Gulum, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn û gelek jinên din pêk dihat li taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê serdana jinên ku dolmeyên mîdyeyan çê dikin kirin.    JINAN BEHSA ÇÊKIRINA MÎDYEYAN KIR    Şandeyê armanca kampanyaya xwe ji jinên karker re kirin û bi hev re suhbet kirin. Jinên dolmeyên mîdyeyan çê dikin behsa karê xwe û çêkirina karê xwe ji endamên şandeyê re kirin.    HERÎ ZÊDE BANDOR LI SER JINAN DIBE   Şandeya HDP’ê pişt re jî jinên endamên Komeleya Firoşkarên Seyar a Îzmîrê re hatin ba hev û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Başaran di serdanê de got jin li her qadê jiyanê bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û heqê keda xwe nastînin. Başaran anî ziman ku di pandemiyê de herî zêde jin bi tesîrên neyînî re rûbirû mane û bandora xizaniyê herî zêde li ser jinan dibe.    JINAN XWEST HDP DENGÊ WAN RAGIHÎNE    Pişt re jinan yek bi yek mafê axaftinê girt û behsa zehmetiyên xizaniyê û kar kirin. Jinan ji şandeya HDP’ê xwest ku dengê wan belav bikin.    SERDANA JINÊN NAN LI TENÛRÊ DIDIN KIRIN    Şande herî dawî derbasî taxa Kadîfekaleyê bû û serdana jinên ku nanê tenûrê çê dikin kirin û li pirsgirêkên jinan ên wek xizanî û zehmetiya karên wan guhdar kirin.